Di salekê de 492 doz
Di nava salekê de ji 492 dozan 433 dozên tundiyê yên li dijî jinan hatin çareserkirin. Piraniya van dozan wiha ne: “Dozên tundiya li dijî jinan, pirsgirêkên malbatî 193, exlaqî 100, dizî 68, pevçûn û gengeşe 27, talan 32, têkiliyên bi aliyên derve re 31, wendabûn 13, revandin 11, kuştin 9, xwekujî 3 û dozên madeyên hişbiriyê jî 5 doz.” Ji 492 dozên Asayîşê 433 doz çareser kirin û 39 dozan jî yên weke xwekujî û kuştinê ji ber lêpirsîn jêre pêwîste ji Dozgeriya Giştî ya Dadgeha Gel re şandin. Dadgeh dê li gorî encamên lêpirsînê van dozan çareser bike. Her wiha 20 doz din jî ji bo çareserkirinê liser wan lêkolîn û gotûbêj tên kirin.
Lêkolîn û lêpirsînên demokratîk pêk tên
Dema jin giliyên xwe li gel Asayîşa jinan qeyd dikin, dozên wan di raporên fermî de li gorî îfadeya wan tên nivîsandin. Piştî ku rapor bête nivîsandin, gilîkar li ser îmze dike. piştre hêzên Asayîşê aliyê dozê yê din agahdar dike. Hêzên Asayîşê pirsgirêkê bi herdu aliyan re gotûbêj dikin û hewl dide bi dilxwaziya herdu aliyan çareser bike. Piştre aliyê sûcdar ji bo sûca xwe dubare neke li ser hevpeymanekê îmze dike. Endama Desteya rêveber a Hêzên Asayîşa Jinan a bajarê Qamişlo Nalîn Kozî diyar kir ku ji bi parastana rûmeta jinan ew hêzek in û wiha got: “Em jinên hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen diparêzin û bi taybet ên ku rastî tundiyê ji aliya hişmandiya baviksalariya ve tên. Ol û netewa jinan çi dibe bila bibe, êş û azara wan yek e.” Nalîn Kozî di dawiyê axaftina xwe de ji tevahî jinên ku pirsgirêkên wan hene xwest ku ji bo pirsgirêkên wan bêne çareserkirin, serdana Asayîşê bikin. Her wiha soza parastina hemû jinan da.
ANHA/QAMIŞLO