Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, Parlamenterên partiya Sosyalîst Carlo Sommaruga, nivîskarê Ermenî yê rojnameya Le Monde ya Dîplomatîk Vicken Cheterian û Kurd û Swîsreyî beşdar bûn.Destpêka konferansê de nivîskarê Le Monde, Cheterîan axivî.
Cheterîan got ku li Rojhilata Navîn li dijî hovîtiyê, Kurd şerekî mezin didin û got: “Şerê li Kobanê tenê gelê wir eleqedar nake. Di avakirina jinûve ya Kobanê de her kes berpirsyar e. Ez Rojhilata Navîn baş dizanim. Piştî şerê li wir, mirov bi çi re rû bi rû hatin, ez baş dizanim. Ez tiştên li Kobanê baş dizanim û divê bi Kurdan re bikevin piştevaniyê.”
Kurd ji bo me jî şer kirin
Cheterîan di berdewamiyê de da zanîn ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn ji bo hemû mafên gerdûnî û di serî jî bo azadî û demokrasiyê têdikoşe û diparêze. Cheterîan da xuyakirin ku divê ji bo berxwedan li Rojava tê dayîn piştgirî bê dayîn û got ku tiştên îro li Rojava tên jiyîn dişibin qirkirina Ermeniyan.
Parlamenterê Partiya Sosyalîst Carlo Sommaruga jî got: “Divê îro avakirina Kobanê peywira her kesî be. Ez ji bo avakirina Kobanê bang dikim. Modela Rojava ya ku Kurd dixwazin li Rojhilata Navîn bikin jiyanê, ji bo gelên herêmê girîng e. Bi Peymana Lozanê re Kurdistan tine kirin.”
‘Nirxên mirovahiyê hat parastin‘
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî got ku DAIŞ’ê hewl da Kobanê bixîne, lê YPG û YPJ’ê pêşî lê girt û got: “Têkoşîna li Kobanê hat dayîn ji bo hemû mirovahiyê wateyek mezin dide. Li Kobanê tenê Kurd nehatin parastin, hemû nirxên mirovahiyê hatin parastin. Li Rojava hîna şer didome. Li herêmên girêdayî Kobanê û Cizîrê şer didome. Hewcedarî bi gelek tiştî heye. Avakirina Kobanê gelek girîng e. Niha 50 hezar mirov vegeriyane Kobanê. Hewcedariya gel ji derve tê. Lê di ketin û têketinan de pirsgirêk derdikevin. Divê ji bo vê zor li Tirkiyeyê bê kirin ku korîdor bê vekirin.”
SERKAN DEMÎREL/ANF/CENEVRE