
Dadger derbarê Karabaş de ji ber axaftina Kurdî ya di Newrozê de kir li gorî Zagona Partiyên Siyasî ya hejmara 2820'an 6 meh cezayê girtîgehê da. Dadger rewşa Karabaş a di rûnşitinê de li ber çava girt û ceza daxist 5 mehan û pişt re li gorî madeya 50/1-a ya TCK'ê zivirand 6 hezar TL cezayê pere. Serdozgeriya Komarê yê Buroya Kabahatê yê Xelatê jî ji Karabaş re ji ber di 18'ê tîrmeha 2012'an de li bajaroka Ovakişlayê ji girseya ji bo mîtîngê kombûyî Kurdî axivî 100 TL. cezayê pere da.
Biryara dadgehê nayê fêmkirin
Karabaş, bertek nîşanî biryara 1'emîn Dadgeha Cezayan a Asliye ya Agiriyê da û diyar kir ku di dema ew jî li meclîs ji bo astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin nîqaş hatin kirin û di wê demê de bi zagona hejmar 298'an madeya dikarin bi zimanekî din propagande bê kirin li made hate zêdekirin. Karabaş, anî ziman ku ligel vê yekê dadgehê biryarekî wisa da nayê fêmkirin û wiha got: "Dema ev guherîn pêk hat di CMK'ê de hinek made hebûn. Wê demê me bal kişand ser madeyên din zagon partiyên siyasî. Piştî sererastkirin divê dadgehê biryarekî wisa nedaba. Li vî welatî dadgeh û dozger li hemberî Kurdan zagon bên guherîn jî nêrîna wan nayê guherîn. Difirkirin ku dema biryarê bidin tu kes lêpirsîna vê yekê nakin."
Karabaş, da zanîn ku dema biryara girtin ji AKP'iyan re dibêjin ji wan re dibêjin "Dad serbixwe ye" û wiha axivî: "Ev yekê ji Kurdan re peyama 'dema em bixwazin em dikarin her tim we ceza bikin' Di serdemekî dersên Kurdî yên hilbêjên hatin dayîn û qanalên televizyonan hatin vekirin ji wekîlekî re ji ber axaftina Kurdî ya di Newrozê de kir ceza hate dayîn ji bilî Tirkiyeyê li tu welatên din pêk nayê."
DÎHA/ENQERE