Di hilbijartinên herêmê yên di sala 2009'an de der barê welatiyê bi navê Mehmet İşikli de bi hinceta Kurdî axiviye li gorî qanûna hejmar 5980 û xalên qanûnê yên 7 û 26'emîn û li gorî qanûnê Qanûnên Hilbijartinê yên 58'emîn û 151'emîn doz hat vekirin. Di sala 2010'an de qanûn hatin guhertin û hat gotin ku dikarin ji bilî Tirkî zimanên din jî dikarin propagandayê bikin. Ji wê demê hata niha İşikli ji ber ku di hilbijartinê de Kurdî axiviye doza wî didome û ji ber axaftineke Kurdî 3 cezayên cuda lê hat birîn. Parêzerê İşikli, Abdulhadî Çetîn bertek nîşanî doza ku Yargitayê mafdar dîtiye û Dozgeiya Sulh û Ceza ya 7'emîn ceza biriye da.


'Cezayê girtîgehê birîn'

Parêzer Çetîn diyar kir ku ji ber muwekilê wî Kurdî axivî ye der barê wî biryara girtinê hatiye dayîn û bi darê zorê muwekilê wî birine mehkemeyê. Çetîn diyar kir ku piştî îfadeya muwekilê wî hatiye girtin ew serbest berdane lê doz 4 salan berdewam kiriye. Parêzer Çetîn diyar kir ku ji ber axaftineke Kurdî der barê muwekilê wî 3 cezayên cuda hatiye birîn, ji her dozekî 5 meh û bi giştî 15 meh û 3 hezar TL cezayê pere hatiye birîn. Çetîn diyar kir ku piştî guhertina zagonan ji bilî Tirkî zimanên din jî dikarin propagandayê bikin û dê îtîrazê ceza bikin û bibin temyîzê.

Daraz zirarê dide pêvajoyê

Çetîn diyar kir ku daraz guhertinên qanûnî ku hatine çêkirin li ber çavana nagire, li gorî guhertinan tevnagere û wiha got: "Wekî hiqûqnasekî em ji vê rewşê aciz in. Daraz guhertinên qanûnî li ber çava nagire, li gorî xwe tevdigere û ev yek feydeyê nade pêvajoyê. Daraz li hember zimanê Kurdî û Kurdan dijber tevdigere. Ev nêzîkatiya darazê dê di vê pêvajoyê de pirsgirêkên cidî derxe."
Parêzer Çetîn anî aziman ku divê ji bo pêvajoyê xebatkarên darazê bên îkna kirin û ew jî tevli pêvajoya çareseriyê bibin û wiha axivî: "Divê hemû guhertinên ku li meclisê tên kirin, li nav civakê pratîze bibin. Muwekilê min di hilbijartinan de li hember cudakariya etnîkî derketiye û peyamên aştî û biratiyê daye. Ev yek jî bi zimanê Kurdî pêk aniye. Li hember guhertinên qanûnî dijberiya dazarê şermeke mezin e."

DÎHA/ÎZMÎR