ÛMÛT ŞERZAN
ANF/BEHDÎNAN
Gulbahar nûçeya azadkirina bavê xwe dibihîze, dibêje, "Ez careke din piştrast bûm ku min biryara rast da." Dema ku fêhm kir Apocî ti carî kesên başiyê li wan dikin, di nîvê rê de nahêlin, hingî rêwîtiya xwe ya nîvcomayî temam dike.Gulbahar Botan li bajarê kefer Zixerê yê Babê ji dayik bûye. Bavê wê Kurd e, dayika wê Ereb e. Tevde 7 xwişk û bira ne Ji 5 saliya xwe ve li wêneyê li odeya herî mezin a malê mêze dikir û meraq dikir bê kî ye. Dema ku hinek mezin dibe, bavê wê jê re behsa wêne dike wêne ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Piştre ‘Apocî’ li mala xwe dît û gav bi gav hîn bêhtir xwe nêzî wan kir. Li nava mala xwe timî li çîroka Apociyan guhdarî kir, bi taybetî li gotina bavê xwe: ‘Hinekî din mezin bibin û hûn jî bibin mîna wan jinên serbilind’. Heta tevlîbûnê, timî derdora xwe şopand.
Alîkarî daye Apociyan
Sala 2012’an şevekê bi zorê deriyê wan hate vekirin. Kesên çekdar ku wê piştre hîn bûbûya çeteyên El Nûsra ne, bi qareqar ketin hundirê her odeyê û ew li salonê li hev civandin. Çeteyên ku bi Erebî û Tirkî sixêf dikirin, destpêkê televîzyon, radyo û telefon, piştre jî çi li ber wan ket, hemû şikandin. Dûre jî bi qondaxa çekê li bavê wê xistin.
Gulbahar û xwişk-birayên wê fêhm nekirin bê çi qewimî. Bi lêdan, sixêf û gefxwarinê, bavê wê bi hinceta ‘Alîkarî daye Apociyan‘ birin.
Mîna ku per û baskê me şikestibû
Gulbahar bi van gotinan qala wê rojê dike: “Mîna ku tarîtiya şevê bi carekê ve xwe berdabû ser her derê. Em piştî wan derketin derve, lê belê bavê min li wesayitê siwar kirin û bi lez birin. Me tiştek ji kesî re negot. Eger rejîmê bibihîsta wê hîn nebaş bibûya. Mîna ku per û baskê me şikestibû. Dayika min hewl dida hêzê bide me, lê rewşa wê bi xwe jî nebaş bû.” Dema ku qala wê wextê dike, ji hêrsa rondik ji çavên wê dibarin.
Ez jî tevlî çîroka Apociyan dibim
Gulbahar naxwaze teslîmî xemgînî û tirsa li nava malê bi serê wan ve hatiye bibe. Lewma biryarê dide tevlî jiyan û refên azadiyê bibe. Dibêje, “Min xwest di dema rast de tevlî bibim. Ez fikirîm, gelo li benda bavê xwe bimînim û piştre biçim. Min ji xwe dipirsî; gelo di rewşeke wiha de rast e ku ez dayika xwe, xwişk û birayên xwe bi tenê bihêlim? Bavê min gelekî dixwest ku ez tevlî bibim, lewma min biryar da ku li benda zilma çeteyan nesekinim û yekser tevlî bibim.” Ji dayika xwe re dibêje, “Dema ku bavê min hat, jê re bêje ku ez jî tevlî çîroka Apociyan dibim ku wî ji min re qalê dikir.” Bi vî rengî ji malê derdikeve.
Rêwîtiya xwe ya nîvcomayî temam dike
Dema ku li ser rêya têkoşîna azadiyê ye, li maleke ku lê dima jê re hate gotin ku YPG’iyan bavê wê ji destê çeteyan rizgar kirine. Rêberê daye pêşiya wan, wêneyekî bavê wê yê bi malbata wê re hatiye kişandin nîşanî wê dide. Gulbahar dema vê dibihîze ji kêfa hevrêyên xwe hembêz dike. Dibêje, “Ez careke din piştrast bûm ku min biryara rast da.” Dema ku fêhm kir Apocî ti carî kesên başiyê li wan dike di nîvê rê de nahêlin, hingî rêwîtiya xwe ya nîvcomayî temam dike.
Hevrêya te Gulbahar a Apocî
Gulbahar niha li çiyayên bi heybet li dijî leşkerên dagirker ên Tirk ku mîna DAÎŞ û çeteyên El Nûsra ne, şer dike. Germahiya hevrêyên wê bûye derman ji êşên wê re. Nameyek ji bavê xwe re nivîsî ye û bi navê ‘Hevrêya te Gulbahar a Apocî’ mohra xwe li binî daniye. Qala çîroka xwe ya li ser serê çiyê kiriye.