Di peyamê de hate bibîrxistin ku Newroz di nava lîsteya Mîrateya Çandî ya mirovahiyê ya UNESCO de hatiye bicîhkirin û wiha hate gotin: “Newroz ji karê ku welatan tîne ba hev, zêdetir tiştan dike. Newroz tîne bîra me ku divê em bi hezkirinê nêzî cîhana ku em parve dikin, bibin. Newroz bedewiya xwezayê û hatina buharê vedibêje. Newroz, nîşan dide ku mirov hawirdorê biparêzin.”
Di dawiya peyamê de ev tişt hatin gotin: “Ez hêviyên xwe yên herî baş ji kesên ku Newrozê pîroz dikin re pêşkêş dikim û hêvî dikim ku wê vê rojê ji bo nîşandana bedewiya xwezayê, hêviya ku buhar dide û hêza çandê ya avakirina aştiya çandê bikar bînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN