Heyata ji Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Federal ê Kurdistanê Îmad Ahmet, Nûnerê PDK'ê yê berê yê Tirkiyeyê û Wezîrê Perwerdehiyê yê Kurdistanê Sefîn Dezaî, Nûnerê YNK'ê yê Enqere Bahroz Galalî û Fuat Huseyîn pêk hat Navenda Giştî ya BDP'ê ziyaret kirin. Barzanî û heyeta pê re di bin tedbîrên ewlehiyê de hatin Navenda Giştî ya BDP'ê. Heyet ji aliyê Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik û Parlementera serbixwe Leyla Zana ve hatin pêşwazîkirin. Hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk hat nêzî 30 deqeyan berdewam kir. Piştî hevdîtinê Demîtaş û Barzanî daxuyanî dan çapameniyê. Barzanî bi riya tercuman axivî û diyar kir ku ziyareta wan a BDP'ê di çarçoveya pîrozbahiya Newrozê de bû û piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya dest pê kir. Barzanî, anî ziman ku gavên ji bo aştiyê li Tirkiyeyê hatin avêtin wan keyfxweş dikin û wiha got: "Em piştgiriyê didin nameya Birêz Ocalan. Helwesta Erdogan a ji bo aştiyê ji girîng e. Hêviya min ew e ku ji bo gelên Tirkiyeyê bibe hêvî."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku ew jî Newroza gelê Herêma Federal a Kurdistanê pîroz dikin û ji ber ku Barzanî piştgiriyê dide aştiyê spasiyên we anîn ziman. Piştî axaftinan Barzanî û heyet ji Navenda Giştî ya BDP'ê veqetiyan. 

DÎHA/ENQERE