Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Gotan bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê yên ku 55 roj in berdewam dikin aşkere kirin û xwestin ku hikûmeta Tirk pêngavên erênî biavêjin û daxwazên girtiyan bi cih bîne.
Li gorî Ragihandina Fermî ya PDK’ê Berdevkê PDK’ê Cafer Emînkî diyar kir ku ew piştgirî didin daxwazên rewa yên siyasî yên girtiyên Kurd li Bakûrê Kurdista daxwaz cikin. Emînkî ji hikûmeta Tirk xwest ku bi erênî nêzî daxwazên girtiyan bibe û daxwazan pêk bîne.
Emînkî got; “Em bi dengê xwe piştgiriya dengên girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê û daxwazê ji hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku guhdarî daxwazên girtiyan bike. Li gor me jî binpêkirina mafên welatiyan li ser meseleyên siyasî ne û divê ev daxwaz bên pejirandin.”

Ji Tevgera Goran piştgirî

Serokê Koma Tevgera Korana a li Parlementoya Herêma Kurdistanê Kardo Mihemed duh çû serdana greva birçîbûnê ya bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji aliyê girtiyên Kurd ên di girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê ve hatiye destpêkirin û diyar kir ew weke Tevgera Goran piştgiriyê didin daxwazên greva birçîbûnê.
Serokê Fraksiyona Tevgera Goran yê Parlemantoya Herêma Kurdistanê de Kardo Mihemed serdana çalakgeran kir û da diyarkirin ku pêwîste hemû alî û rêxistinên siyasî û civakî xwedî li van çalakiyan derkevin. Her wisa destnîşan kir ku, ew weke Fraksiyona Goran amade ne ku di hemû aliyan de piştgiriyê bidin van çalakiyan. Mihemed daxwaz ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesud Barzanî kir ku, wekî Serokê Herêmê piştgiriya xwe nîşan bide. 

HEWLÊR