***
"Ew ney a kul i ser lêva baranê em dibînin
Xofa minê ku dorpêçkiriya hezkirinê ye
Ji êşan bûye weke şerpeze
'Ji ber ku nizanibûm li ney bixim'
Ba lêdixe
Êvara xûya dike
Û di dema berê êvarê de ev çûka pembe
Tenê diçe û tê
Û bi baskên xwe dinivîse
Ew çûkeke dinê nîne
'Ji ber ku ew çûk tenê dixwîne û tıişteke nanivîse'
Ew ezim, ez bixweme
An jî 'nivisa duz' dikim weke zerika tava ku berê êvarê dertê
An jî helbestê dikim weke stêrkek
Ku dema şev hat
Ji serê wê re ronî bikin!
***
Bi vê helbestê Bêkes, xwe dike berdevka xwezayê û hêstên xwezayê ku ya weşartî derdixe holê. Bêkes, di wêjeya Kurdî de weke sûtuneke tê binavkirin û bi hêstên xwe yên bê hempa diherikîne nav dilê helbestên xwe. Bêkes, di dema Saddam Huseyîn de ji aliyê hiqumeta İraqê ve ji bo Saddam Hüseyîn destaneke binivîse tê zor kirin lê Bêkes vê yekê qebûl nake û berê xwe dide çiyayê azad. Yekemîn helbesta Bêkes di sala 1957'an de di rojnama "Jîn" de hate weşandin û dîvana wî yê yekem jî li Bexda yê bi navê "Tîrîfey Helbest" hate weşandin. Dîvana Bêkes, "Min Tinwyetim be gir deşke" di sala 1973'an de, dîvana "Kazî We" û "Posterên bi helbest" jî salên 70'an de hate weşandin. Bêkes, di sala 1983'an de pirtûka xwe ya "Rûbar" nivisî û di sala 1990'an de ji alîyê rexnekarên wêjeyên ve jî weke "şoreşkera ziman" hate nîşandan. Bêkes, piştre "Xaç û mar û roj-jimêrî şa'êrê", "Banname", "Rengdan", "Goristanî Çîrokan", "Milwanke" nivisî
Bêkes, dibêje 'Dinivîsim' û wiha dirêj dike: "Ji bo ez aciziya ziman û aciziya xwe sivik bikim. Lê jibo ez kedekê têxim nava heskirina helbestê û gelê xwe. …"
Bêkes di sala 1987'an de li Swêdê di merasima TOCHOLSKI de ji aliyê PEN'ê layiqî xelatê hate dîtin. Pişt re layiqî xelata Piremerd hate dîtin. Bêkes niha serokê komeleya çandê ya Serdem dimeşîne.
DÎHA/AMED