HEMÎD EL-ELÎ/ ANHA / REQA
Ji malbata El-Hemo hem kur û bav, wêne û peykaran çêdikin. Berhamên kurê xwe ku wî ew dema 6 salî bû çêkirine, di gelek pêşangehan de û li Erebistana Siûdiyê hatine pêşkêşkirin. Malbata El-Hemo her çiqasî ji aliyê çeteyan ve hat astengkirin, lê dîsa jî karê xwe dewam kir û endamên malê dibêjin, ew ê bi riya berhemên xwe azarên şêniyên Reqayê û çanda herêmê nîşan bidin.
Heyder Cûma El-Hemo yê 16 salî, ji bajarê Reqayê ye. Heyder di malbatekê de ku ji hunerê peykersazî û şêwekariyê hez dike, mezin dibe, di temenê xwe yê 6 salî de dest bi şêwekariyê û peykersaziyê dike, bavê jî wî fêr dike.
Ji xeyalî û rastiyê huner
Heyder û bavê xwe di vê huner de madeyên wekî seramîk, kevirê reş û filîn û rengên zeytî bi kar tînin.
Cûma û kurê xwe Heyder bi hev re li ser deriyê sarincê resmekî ku wêrankirina ji ber şer nîşan dide, her wiha erebeyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ‘ê xêz kirine.
Heyder berhemên xwe ji xeyalê xwe çêdike, yan jî ji derdora xwe wan werdigire. Gelek peyker û resmên wî li ser cihên şûnwaran û lawiran in.
Heyder ku malbata wî çend salan ji bo kar li Erebistana Siûdî maye, li wir bi tabloyeke li ser Xezaya Filistînê beşdarî pêşangehekê bûye. Ji bo vê tabloya xwe ew li wir hatiye xelatkirin.
DAIŞ´ê ew sûcdar kirin
Her wiha beşdarî pêşangehên li ser asta bajarê Reqayê jî bûye.
Malbata El-Hemo bi hinceta ku peykerên xwedawendan çêdike, ji aliyê çeteyên DAIŞ, El-Nusra û Ehrar El-Şamê ve hat tohmetbarkirin, dîsa jî El-Hemo pîşeya xwe nesekinand û bi awayerkî veşartî dewam kir.
Heyder û bavê wî li devera şûnwarî ya Bab Bexdê ya li Reqayê, gelek peyker çêkirine, ji peykera jinê û hunermend Hesen Heman û peykerê şehîd Umer Elûş wan çêkiriye.
Her wiha ji wêneyên ku Heyder xêz dike; wî li ser reva şêniyên Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê, wêrankirina taxan, peykerê Kleopetra û xwedawenda ax û estetîkê resm xêz kirine.
Vegerin warên xwe
Heyder diyar kir ku ew ê vî pîşeyî li gel xwe bi pêş bixe û bi rêya wan, çanda herêmên, aloziya Sûriyeyê derxîne pêş.
Bavê Heyder Cûma Seyîd El-Hemo jî dibêje, "Sala 1984‘an min dest bi wênesazî û peykersaziyê kir, min dît ku ev tişt li gel Heyder jî heye, min desteka madî û manewî da wî. Rexmî gefên çeteyan û zehmetiyan jî me dev ji vî karî berneda."
El-Hemo destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê hemû alavên kar talan kirin.
Cûma El-Hemo bang li hemû hunermendan kir da ku vegerin warê xwe û çanda xwe zindî bikin.