Baydemîr di axaftina xwe ya li vê derê de kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina Başûrê Kurdistanê ya piştî çar salan anî ziman û got, "Min soz dabû xwe, eger qedexeya derketina min a derveyî welat rabe, ezê biçim serdana Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî, Mexmûr."
Baydemîr di axaftina xwe de, kêfxweşiya xwe ya ji ber başbûna tenduristiya Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî anî ziman û got, "Ji dil û can em hêvî dikin ku mam Celal di demek kin de tenduristiya wî baştir bibe û vegere Kurdistanê ser kar û barê xwe."
Hevsera Talabanî Hêro Xan jî malaviya şandeya BDP'ê ya ji ber serdana wan kir û got, "Em piştgiriyê didin pêvajoya çareserî û aştiyê ya destpê kiriye û hêvî dikin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe. Divê heralî xwe ji vê pêvajoyê berpirsyar bibînin û barê dikevin ser milê xwe bicih bînin."
Di dawiya serdanê de Şaredar Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, diyariyên bi xwe re ji Amedê anî bû, radestî Hêro Han kir.
ANF/SILÊMANÎ