Bi hatina zivistanê û hewayê sar re jî, ev zehmetiya welatiyên ku derfetên wan nînin, hinekî din zêdetir bû. Yek ji malbatên ku van zehmetiyan dikişîne jî malbata Ehmed Şehîn a ku li taxa Peyman rûdine ye. Malbata ku ji 9 kesan pêk tê, di dema êrîşên çeteyan de derbasî Bakurê Kurdistanê bû.

Dema herêm hate rizgarkirin, birayê mezin ê malê Ehmed Şehîn vegeriya Kobanê da ku li rewşa xaniyê xwe binêre û li gorî rewşê jî, dê endamên malbatê yên din jî bihatana, lê xanî hilweşiya bû. Şehîn jî ji bo avakirinê ket nava hewldanan, lê tevî ku ev nêzî salekê ye vegeriyaye jî, ji ber bûhabûna madeyên çêkirina xanî û bêderfetiyê nekariye xanî çêbike.

Şehîn, tiştên ku ji ber wêranî û talaniyê di nava xirbeya xanî de mane, li eymana malê kom kirine û ew bi xwe jî di odeyeke ku niviya wê jî ruxiyaye de dimîne. Li aliyekê hewldana avakirina xanî didomîne, li aliyê din, li dibistanê mamostetiya matematîkê dike.


‘Derfetên min çênebûn’

Şehîn destnîşan kir ku piştî rizgarkirina Kobanê ew gelekî kêfxweş bûn, lewre jî yekser vegeriyaye û wiha dom kir: “Dema vegeriyam, xanî hilweşiya bû û min biryar girt ku jinûve ava bikim. Lê derfeta min a ku mala xwe ava bikim tunebû. Çîmento û hesin gelekî bûha bûn, piştî demekê jî rayedarên dewleta Tirk rê nedan ku çîmento û hesin derbasî Kobanê bibe. Ji ber wê niha hesin û çîmento li Kobanê nîne.”


‘Pêwîstiya gel bi alîkariyê heye’

Ehmed Şehîn, anî ziman niha di maleke ku hemû aliyên wê vekirine de dijî û malbata wî jî hîn li Bakurê Kurdistanê li benda wî ye ku malê ji nû ve ava bike, Şehîn, da zanîn ku ew naxwazin jiyana xwe li derveyî welat derbas bikin û wiha dom kir: “Niha Kobanê zivistaneke dijwar dijî. Kesên ku digotin em ê alîkarî bidin gelê Kobanê, sozên xwe bicîh ne anîn. Banga min ew e ku saziyên cîhanê alîkarî bidin gelê Kobanê da ku kesên derfetên wan nînin, karibin malên xwe ava bikin.”

Şehîn got ku derfetên saziyên li Kobanê jî gelekî kêm in, loma heta niha bi daxwaza alîkariyê tu serlêdan nekirine.  Li ser pirsa “Ji bo malbatên ku derftên wan nînin, kampa Miştenûr hatiye avakirin, hûn û malbata xwe çime neçûne wê derê?” Şehîn diyar kir ku malbata wî naxwaze di bin çadiran de bimîne.



 KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ