
Weşanxaneya Belkî ew bû diwanzdeh sal di qada weşangeriya Kurdî de kar dike û gellek berhem li kelepora Kurdî zêde kirin. Ji bilî wêjeyê pirtûkên teorî, analîz û rêzimanî jî ji weşanxaneya Belkî derçûn û gihan ber destê xwîneran. Vê carê jî him di warê wêjeyê de him jî di warê teorî de "Belkî" ji xwînerên re got merheba.
Wêjeya Kurmancî
Pirtûka yekemîn ji pênûsa Rênas Jiyan bi navê “Wêjeya Kurmancî” derçû. Rênas Jiyan di heman demê de edîtorê weşanxanê ye û bi helbestên xwe tê naskirin. Her wiha bi xebatên xwe yên teorîk ên wekî pirtûka "Çîrûskîzm" û "Ji şevê re" di teorî û rexnegiriya Kurdî de cihekî qedirbilind digre.
“Wêjeya Kurmancî”, wek ji navê pirtûkê jî diyar dibe analîzên li ser wêjeya “Kurmancî” ne; ji ber ku ji bilî zaravayê Kurmancî li ser zaravayên din ên Kurdî lêkolîn û analîz nehatine kirin; awirekî digerîne li ser wêjeya Kurmancî.
Di vê pirtûkê de li ser nivîskarên ku vê gavê pirtûkên wan derçûyî, analîz hatine kirin, ên ku ne pirtûk lê li dû wan hin deqên (tekstên) wêjeyî mabin, li derveyî vê lêkolînê hatine hiştin. Her wiha nivîskarê ku hemû dem û hevçaxên xwe temsîl kiribin, bêhtir li ser wî nivîskarî hatiye rawestîn û ew nivîskar hatiye destnîşankirin.
"Pênûsên Çardehderb"
Nivîskar ji ber du sedeman, navê vê pirtûkê wek “Pênûsên Çardehderb” hilbijartiye; yek, Ehmedê Xanî jî di nav de û ji wî bi vir ve bi pirranî nivîskarên Kurmancî ji ber ku pênûsa xwe wek “çek”eke azadiyê, yeke siyasî, neteweyî û şoreşgerî bi kar aniye ji ber vê navê pirtûkê bûye “Pênûsên Çardehderb" Sedama diduyan, ji ber ku wêje û hunera nivîskarên Kurmancî girîng û bi “derb” bû navê vê pirtûkê bûye “Pênûsên Çardehderb”.
Careke din Mem û Zîna Xanî
Pirtûka duyemîn a analîzê jî ji pênusa Cengîz Mamo bi navê "Ehmedê Xanî-Mem û Zîn" derket. Ji navê pirtûkê jî tê fêhmkirin ku analîza civakî,siyasî û felsefîk a berhama "Mem û Zîn" a Ehmedê Xanî tê kirin. Li gorî nivîskar di berhema "Mem û Zîn" de Xanî pirr li Stî û Zînê miqate ye. Her wiha nivîskar îdîa dike ku li gorî Xanî Stî û Zînê periyên qesra Mîrî ne. Mîrê Botanê jî, li dilê Kurdistanê otorîteyek e.Her wiha dîsa di berhema Cengîz Mamo "Ehmedê Xanî-Mem û Zîn" de derdikeve pêş ku li gorî Xanî ji bo ku civaka Kurdan otorîteyê bi dest bixe divê di nava qesrê de têbikoşe.
Pirtûka sêyemîn jî ya Hesen Ildiz e, celebekî kurtçîrokan e û bi navê "Tirspîvan"ê derçû.
A çaremîn jî wek roman û bi navê "Rengên Jiyaneke Du Zerdik" ji pênûsa Bajar Mîrzeman derket.
Du pirtûkên helbestan
Du pirtûkên helbestan jî tevlî refê wejeya Kurdî bûn. Yek jê a Sebrî Vûral e û bi navê "Bilûra Kerr" derçûye, ya duyemîn jî a wênesaz û nivîskar Fewzî Bîlge ye bi navê "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê" derket (li helbesta jêr binihêre).
Weşanxaneya Belkî'yê li Amedê sala 2003'yan de dest bi jiyanê kir. Li Bakurê Welêt yekem weşanxaneya bi kurdî ye. Weke laboratuwara wêje û zimanê kurdî dixebite. Bi navê Çirûskê kovareke wêjeyî û ramanî derdixe. Edîtorê wê Rênas Jiyan e.
Helbestek ji pirtûka Fewzî Bîlge;
Zemanekî
nizanim kîjan zemanan e
belkî berî dîtina nên, berî hibrê an berî bizê dêya îsa
bi hêviya bigihêm te
belkî şopên te di dilop dilopande opera
bi performansa hêsiran
min xwe li çemê jibîrkirinê qewimand
bost bi bost talan daweta îblîsan
bila biçingînin di qedehên qrîstal de
şeraba ji xwîna min çêkirine
qedîm e herî kêm kes nizane çend sal
noşîcan