
Şêniyên bajarê Minbicê ji ber buhabûna cilan neçar dimînin ku cilê berê hatine bikaranîn bikirin.
Ji ber amborgeya li ser herêmên Bakurê Sûriyê, cil bi hêsanî peyda nabin û ji ber vê yekê jî cil bi buha têne firotin. Şêniyên bajarê Minbicê neçar dimînin ku cilên berê hatine bikaranîn (balê) ku ev bû demeke li Minbicê tên peydakirin, bikirin.
Ji ber erzanî berê xwe didin balê
Cilên balê kirîna wan gelekî nebuhaye û di heman demê de li Ewrûpa hatine çêkirin û bi qelîteya xwe têne naskirin.
Yek ji xwediyên dîkanên cilan Mihemed Hemed da zanîn ku ji ber erzanbûna cilên balê û başbûna qelîteya wê gel wan dikire. Mihemed da xuyakirin ku di heman demê de ji ber kêmbûna kar li herêmê, her kes bazirganiya cilên balê dike. Kirîn û firotina wê pereyan pir naxwaze.
Ji deverên din jî xelk tên
Cuma Tilcebînî jî yek ji xwediyên dikana cilan e. Cuma destnîşan kir ku di suka Minbicê 200 dîkan cil û pêlavên balan difiroşin.
Rojan e bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, Kobanê, Girê Spî û herêmên din serdana bajar dikin û cil û solên bale dikirin. Her wiha bazirganên Kantona Cizîrê jî ji bajarê Minbicê cil û pêlavên bale dikirin û li bajarê xwe difroşin.
Piraniya herêma ku cilên balê li Minbicê tê firotin aliyê bakurê Minbicê û taybet rêya Cerablûsê ye.
MINBIC