Şêniyên gundê Hesê ya Efrînê ji bo wê, aşê ev 50 sale nedihat xebitandin ji nû ve dan xebitandin û genimê heremê li vir dihêrin. Deng a ku ji demên berî aşên avê maye, dîroka wî ne diyare, bi hesp tê zîvirandin û li ser destarek mezin (Deng) li ser bingehekî fêreh dizîvire.
Endamê Meclîsa gel a gundê Hesê Mihemed Hemo jî diyar kir pêştî ambargo dest pêkir wan li çareya geriyane û aşê dîrokî ji nû dane xebitandin. Hemo “Em li heremê ji ambargoya li ser heremê vala derxin li çareyan digerin. Dema em agahdar bûn ku aşek wiha heye û wan alîkarî dane gundiyan ku aş tamîr kirine. Niha aş pêwîstiyan gundiyan a arvan bi cih tîne.”
XEBAT NESAN /ANHA-EFRÎN