Rûniştina biryarê ya doza Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak ku bi sedema di Newroza 2007'an de gotina "Brêz Ocalan" bikar anîbû li 2'wemîn Dadgeha Sulh Ceza ya Êlihê hate dîtin. Dîwana dadgehê der barê Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak de bi îdîaya "Propagnada rêşistinê kiriye" û "Pesnê sûc û sûcdar daye" û mehek cezayê girtîgehê birî.

Rûniştina doza Şaredare Sêrtê Sadak a bi îdîaya di Mihricana Çandê ya Xweza û Çande ya Çirovê ku di 22-23'ê tebaxa 2010'an de pêk hat de bi Kurdî axiviye jî hate dîtin. Rûniştin li 4'min Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin jî bi encam bû. Dîwana dadgehê bi sedema bi Kurdî axivîye û propaganda rêxistinê kiriye 2 sal ceza birî.

SÊRT