Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya pêr de yasaya bûdceya Iraqê ne di berjewendiyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Têkildarî mijarê Parlamenterê Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Zana Rostayî ku ji ajansa me re axivî got; “Eger petrol radestî Bexda bê kirin, ew petrol ji bi rêya Şîrketa Somo bişînin derve û dahata Herêma Kurdistanê bi rêya Bexda bê dayin, berpirsên bazirganên petrolê zerer dikin.”
Girêdayî ne qebûlkirina bûdceya Iraqê ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve, parlamenterê Komeleya Îslamiya Kurdisanê li Parlamentoya Iraqê Zana Rostayî ragihand ku Ji ber berjewendiyên berpirsan ji dest diçe, lewra bûdceya Iraqê qebûl nakin, bi taybet ji bazirganên petrolê. Her wiha Rosatayî da xuyakirin ku wan erkê xwe bi cih aniye.
SILÊMANÎ