Hûnermend Îkbal Kaynar li Tirkiyeyê ji bo mirov bi hev re bijîn di sala 2012'an de albuma stranan a ji 5 stranan pêk tê ya bi navê "Ebrulî Şarkilar" çêkir. Kaynar di albuma xwe de strana "Heyamola" bi lazî, strana "Bulbulum Altin Kafeste" bi rumî, "Bugun Bayram Gunudur" jî bi kurdî, ermenî, erebî û tirk got. Kaynar a ji Uşakê diyar kir ku piştî albumê ji derdor û xizmên xwe jî bertek girtin lê dîsa jî dê stranên xwe ji bo yekîtiya gelan bêje.

Kaynar, anî ziman ku di sala 1979'an de Zanîngeha Anadoluyê beşa mamostetiya îngîlîzî qetan û wiha got: "Di darbeya 1980'an de weke rewşenbîr û demokratan min jî bedal da. Ez jî salekê girtî mam û 10 salan jî ez valahiyê mam. Di vê demê de ez bi mûzîkê re eleqdar bûm û mûn stran nîvîsîn." Kaynar, da zanîn ku di dema darbeyê de wê dest bi helbest nivîsînê kir û nêzî 20 helbestên wê hene û wiha axivî: "Min di vê demê de qabîliyeta xwe ya helbest nîvîsînê keşf kir. Di gotin, 'Girtîgeh dibistqanên Marksîstan in' Ev ji bo min bû dibistan." Kaynar, bilêv kir ku stranan ji ber dengê wê xweş e na ji ber pêdivî pê heye dibêje û wiha pê de çû: "Ez bi stranan êşên mirovan, hesret û hêviyên wan tînim ziman."

'Ji bo gel bi hevre bijîn ez muzîkê çêdikim'

Kaynar, destnîşan kir ku di albuma bi navê "Ebrulî Şarkilar" de bi 6 zimanan stranan dibêje û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li Tirkiyeyê û cîhanê mirov ji ber nasnameyên xwe yên nîjadî di nava şer de ne. Zext hebin jî em demekê dirêj jiyan bi hev re derbas kiriye. Lê ji ber desthilatdar û hêzên derve ev yekê dest bi xirabûnê hate kirin. Em ev li Sêwas û Çorumê jî. Em komkujî jin. Em li ser heman axê dijîn. Em heman hewayî digirin. Min ev album ji bo di nava gelan de yekîtî çêbibe çêkir." Kaynar, da zanîn ku piştî albuma wê derket xizmên wê jî bertek nîşanî wê dan û wiha got: "Ji min re gotin 'tu cudakar e, tu wisa kurdî û ermenî dibêjî' Min ji wan re got min mirov neşikandin, min cudakarî nekir û ez hewildidim di navbera gelan de yekîtiyê pêk bînim. Min peyama yekîtiyê da lê ew jî şaş famkirin."

'Li Tirkiyeyê hûner bi awayekî azad nayê çêkirin'

Kaynar, diyar kir ku li Tirkiyeyê hûner bi awayekî azad nayê kirin û wiha pê de çû: "Ji ber pirtûka nehatî çapkirin mirov tên girtin ji ber nivîsan kes tên darizandin û ji ber ramanên xwe bi gelek kes di girtîgehan de ne. Li Tirkiyeyê herî zêde rojnameger, nivîskar di girtîgehan de ne. Ev şermekî gelek mezin e. Heke Tirkiyeye bixwaze tevlî YE bibe divê pêşiya azadiya raman vebike. Li aliyekî dixwaze tevlî YE bibe li aliyê din pêşiya ramana azad digire."



MEHMET ŞAH ORUÇ / DÎHA/STENBOL