Bîlonçoya lehiya li Îranê her ku diçe giran dibe.Wezîrê karê Hundirîn ê Îranê Ebulreza Rehhmanî Fazilî di rûniştina doh a Parlamena Îranê de raporek li ser lehiya li 25 parêzgehên Îranê rabûyî, eşkere kir.

Fazilî da zanin ku li 4 hezar û 400 gundan lehî rabûye. Ji ber lehiyê 250 gund û bajarok hatine valakirin da ku ziyanên giyanî kêm bibin. Raporê herwiha eşkere kir ku 35 hezar milyar tumen ziyan gihîştiye Îranê. Li gorî daneyên hatine dayîn, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî gihîşt 76 kesan.

5 hezar û 900 gund xirabûn

Wezîrê Rêyên Îranê, Mihemed Îsmaîl jî ji ajansên Îranê re ragihandibû ku ji derveyî parêzgeha Xuzistanê ku piştî av li 24 parêzgehan xelas dibe, ziyana çêbûyî, derdikeve holê. Li gorî agahiyên wî barîna zêde bûye sedema rûxandina 5 hezar û 900 gundan.

Bîlanço ji aliyê rejîmê ve tê veşartin

Înstîtuya Tipa Edlî ya Neteweyî ragihand, herî dawî li Xuzistana li başûrê rojava 5 kes, li herêma Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê kesekî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî rayedaran 76 kes ji ber lehiyê mirine, lê belê çavkaniyên herêmî dibêjin, bi sedan kes mirine û bîlançoya rastî ji aliyê rejîmê ve tê veşartin. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN