Jenderme ji bo girtina R.K. dest bi kar kir û cenazeyê Kaçmaz jî ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya li Edeneyê. Bi hatina cenaze re malbata Kaçmaz li ber Morga Saziya Tipa Edlî li hev kom bû. Li gorî agahiyên ji xizmên Kaçmaz hatin wergirtin, di dema bûyerê de li cem Kaçmaz ê ji Amedê xizmekî wî hebû, ji bo kar çûbûn navçeya Borê, piştî ku wesayîta xwe li cihekî parkkir, bi sedema bi dengê bilind li muzîka Kurdî guhdarî kiriye xwedî erd R.K. bi Kaçmaz re pev çûye û R.K. bi çeka li gel xwe Kaçmaz birîndar kiriye. Hat ragihandin ku piştî bûyerê R.K. reviyaye, lê belê kesekî din ê li cihê bûyerê bûye hatiye binçavkirin.
Tê payîn cenazeyê Kaçmaz îro ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê bê wergirtin.
ENQERE