Tevgera Îslamiya Kurdistanê Elî Hacî Zelmî derbarê kongreya neteweyî de axivî û got: “ Pêkanîna kongreya neteweyî niha ji hemû deman pêwistir e.”

Elî Hacî Zelme bal kişand ser çend sedemên ku bandorê li ser ne yekbûna Kurdan dike û wiha pê de çû: “Çend sedemên rast e rast hene ku heya niha kongreya neteweyî nekariye were pêkanîn. Ev ji hinek peywendiyên xwe bi welatên ji derve heye. Guman di vir de nîne ku welatên ji derve pêkanîna kongreya neteweyî di berjewendiyên xwe de nabînin. Her wiha hinek sedemên din hene ku têkiliya xwe bi pêşbaziyên siyasî ve girêdayî ye ku dibe sedemê pêk ne hatina kongreya neteweyî. Mixabin ew qas em partibûyinê dihizirin lê em netewbûyînê na hizirin.”

 Zelmî  herî dawî bi bîr xist ku hinek partiyên Kurdan berjewendiyên partiyên xwe di ser berjewendiyên neteweyî re dîbinin û ev got: “Mixabin niha hiş û hizrê hinek partiyan di destê welatên derve de ye û di aliyê wan dewletan de siyaseta xwe bi rêve dibe. Li gorî van xebatên dewletên derve armanca xwe bi cih tînin, her wiha ev dibe sedem ku gavek cidî ji bo pêkanîna kongreya neteweyî neyê avêtin.”


HAWKAR MISTAFA / ROJNES / HELEBCE