EHMED KERKÛKÎ / ANF / KERKÛK

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ku Başûrê Kurdistanê 51 ji sedî xaka xwe ji dest da, pirsgirêkên di navbera desthilatdariya Kurdî de zêde bûne. Pirsgirêka sereke ya nava aliyên Kurdî, pirsgirêka Meclisa Kerkûkê û waliyê Kerkûkê ye.

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdisan (Tevgera Azadî) yê Kerkûkê, Komel Sermend  got; “Ji ber şerê desthilatdariyê yê di navbera herdu partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê, PDK û YNK´ê de bajarê Kerkûkê bûye qurbanî. Ev şerê desthilatdariyê di navbera PDK û YNK´ê de ye.”

Kerkûk bê xwedî maye

Sermend di dewamê de got; “Pirsgirêka pêkanîna hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê û pirsgirêka erk û asta partiyan, tevlî pirsgirêkên Kerkûkê hatiye kirin. Pirsgirêka Kerkûkê girêdayî avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku ne diyar e ka Yekîtî Nîştimanî Kurdistan (YNK) li ku dera hikûmetê cih digre, piştre Partî Demokrata Kurdistan (PDK) ji bo avakirina hikûmetê bi Tevgera Gorran re li hev kir. Pirsgirêka Kerkûkê bi avakirina hikûmeta herêma Kurdistan re peywendîdar e. Ji ber wê heta niha pirsgirêka Kerkûkê li holê maye.“

Kerkûk ne karê partiyan e

Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê, Sermend têkildarî helwêsta Tevgera Azadiyê jî got; “Li gorî me pirsgirêka Kerkûkê pirsgirêkeke taybet û diyar e. Divê pirsgirêka Kerkûkê nekeve navbera danûstandina partî, kesayet û binemalekê li ti herêmên Iraqê. Divê çareseriyek ji pirsgirêka Kerkûkê re were dîtin ji ber ku gelek zorî û zehmetî li gelê Kerkûkê bûye.”

Komel Sermend herî dawî got; “Divê aliyên siyasî li ser pirsgirêka Kerkûkê di demeke zû de li hev rûnin, têkildarî pirsa walî û meclîsa Kerkûkê li hev bikin, rewşa Kerkûkê li naverastê neyê hiştin û rewşa Kerkûkê aram bibe.”