Kovara Tîrojê du mehan carekê bi Kurdî û Tirkî dihat weşandin. Edîtorên kovarê ji bo hejmara nû hemû amadehî kiribûn. Kovar amade kiribûn, şandibûn çapê da ku 1'ê Mijdarê li firoşgehên kovar û rojnameyan, li bayiyan be. Lê bi şandinê re hate ragihandin ku kovar hatiye qedexekirin.

Bi KHK'ê (Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de) 2 ajans, 11 rojname û 3 kovar êvara 29'ê mehê hatin qedexekirin. Di nav van de tekane rojnameya bi Kurdî Azadiya Welat û kovara Tîrojê jî hebûn.


 AMED