Akademisyen û lêkolînerê Karûbarên Tirkiyeyê û Midurê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn got ku ji ber meseleya hewldana darbeya 15´ê Tîrmehê Tirkiye li ser Neteweyên Yekbûyî zext kir ku ya Fetullah Gulen radestî wî bikin, yan jî Emerîka di mesele Sûriyê de zexta xwe li ser Tirkiyê kêm bike û wiha peyivî: “Piştî destwerdana Tirkiyê ya Cerablusê şerekî dijwar di navbera Tirkiyê û Sûriyeyê derbikeve.”
Dr. Mihemed Nûredîn derbarê peymanên ku di navbera Tirkiyê, Israîl, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê de pêk hatin, her wiha dagirkirina Tirkiyê ya Cerablusê, pirsên ku ANHA´yê bersivand.
Hedefa Erdogan ji hevpeyvînên bi Israîl, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê re çi ye û çi fêde jê digire?
Dûrî peymanên veşartî yên di navbera Rûsiya, Israîl û Îran pêk hatin, Tirkiyê berî darbeyê di despêka 2016`an de bi tenê mabû. Ji ber vê yekê têkiliyên xwe bi Israîl û Rûsiya re baş kirin. Darbeya 15`ê Tîrmehê 2016`an a ku biserneket têkiliya Tirkiyê û Rûsiya, her wiha têkiliya Tirkiyê û Îranê jî ji ber her du dewlet rastî tehdîda darbeyê tên, ji nû ve xweş bû.
Erdogan ji van têkiliyan sûd wergirt ji ber ku bi tenê mabû û bi riya wan têkiliyan li ser Neteweyên Yekbûyî (NY) zext kir ku ya Fetullah Gulen radestî wî bikin, yan jî Emerîka di mesele Sûriyê de zexta xwe li ser Tirkiyê kêm bike. Ev zextên ku Tirkiyê li ser NY kir hinek fêde dane Erdogan û destûr dane wî ku têkeve Cerablus û Sûriyeyê.
Derbarê dagirkirina Cerablûsê de Sûriye û Rûsyayê nerazîbûnek berbiçav û zelal nîşan nedan, li gorî we seedma vê yekê çi bû?
Ez bawer nakim ku pevçûna ku li Heseke di navbera artêşa Sûriyeyê û Hêzên Parastinê yên Kurd de qewimî dibe ku têkiliya xwe bi destwerdana Tirkiyê ya Sûriyê re hebe. Tirkiyê li ser zimanê Erdogan helwesta xwe li hember ji rejîma Sûriyeyê nedaye guhertin. Di siberoja Sûriyeyê de tu rolê Serokê Sûriyeyê nemaye. Rejîma Sûriyeyê destûr nade ku dewletên dîtir desthilatdariya Sûriyê derbas bikin û xaka wan dagir bikin. Helwestê rejîma Sûriyeyê li hemberî destwerdana Tirkiyê ya Cerablus kêm ma lê belê dijminê rejîma Sûriyeyê rejîma Tirkiyê ye. Piştî destwerdana Tirkiyê ya Cerablus dibe ku di navbera rejîma Sûriyeyê û Tirkiyê şerekî mezin derbikeve. Dibe ku Tirkiyê li herêma bakurê Helebê ji xwe re herêmekê ava bike û ji wêderê ber bi Helebê ve biçe.
Çima Erdogan roja 24`ê Tebaxê Cerablus dagir kir û dixwest çi peyamê bide welatê Ereb û gelê herêmê?
Em hemû dizanin ku projeya Tirkiyê dixwest ku di dema Erdogan de, herêmê dagir bike. Erdogan navê Osmaniyan nû girtiye. Bila Tirkiyê baş bizanibe ku ev proje têk çûye. Tenê riya di navbera Cerablûs û Ezazê de maye, ew dixwaze bi riya wê ji Sûriyeyê û herêmê sûd wergire. Ji ber projeya Tirkiyê ya herêmê têk çû, pêdiviya Tirkiyê bi moral hebû. Ji ber vê yekê gelekî zext kir ku biçe Cerablûs û bêje ku li Sûriyeyê û herêmê rolekî wê heye.
Hilbijartina Tirkiyê ya 24`ê Tebaxê û di salvegera şerê Merci Dabiq de dixwaze bêje ez heme. Mejiyê Tirkiyeyê yê siyasî wisa difikire. Lê belê ev tê wateya ku Tirkan ji têkçûyîna xwe û berxwedaniya hemû pêkhateyên Sûriyeyê û pêkhateya Kurd ku aliyên herêmî û navnetewî destek didin wan, ders negirtine.
Pênc salan Erdogan xwest bi riya rêxistinên terorîst weke DAIŞ û komên qaşo mixalefet welatê Şamê dagirbike lê belê têk çûn. Piştî vê têkçûyînê wê siberoja Erdogan û AKP`ê wê çi be?
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan 14 sal hukim kir û di projeyên xwe yên Sûriyeyê, yên herêmê, yên Misir, di têkiliya xwe ya dewletên Korfezê bi taybet Siûdiya Erebistan, têkiliya xwe bi Lîbya û Tûnis, ji bo bigihîje hedefên xwe rêxistinên teror dane bikaranîn, tenê bi artêşa xwe kete Sûriyeyê. Lê belê ew nikare tiştên ku wendakirine, bi dagirkirina Cerablus vegerîne.
Di vê pêvajoyê de dê Receb Tayîb Erdogan û AKP`ê ji hundir û ji derve re di gelek komployan re derbas bibin. Mirov têdigihîje ku Erdogan û AKP`ê li ser serê rejîma Tirkiyê û rolê Tirkiyê, li herêmê bûne bar. Dibe ku heta niha Erdogan û partiya xwe li Tirkiyê yên herî xur tin, lê belê piştî darbeya 15`ê Tîrmehê ez bawer dikim ku ew êdî nema dikare Tirkiyê birêve bibe û Tirkiyê bi ewle bijî. Tirkiyê piştî 15`ê Tîrmehê, destwerdana wê ya Cerablûs û bakurê Helebê, berdewamkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ye. Êdî Erdogan nema dikare ku ji Tirkiyê, raya giştî ya Tirkî û ji dewlet û pirsgirêkên herêmî aram bibe.
ANHA/BEYRÛT