Zozan Mihemed: Min xwest bi rêya romanekê, nameya gelê Efrînê bigihînim cihanê, yên ku guh û çavên xwe li hember hovîtiya dagirkeriya Tirk girtine, min xwest bi gotin, peyv û tîpên ji qêrîna zarokan guh û çavên cihanê vekim.

HESNA MUHEMED / ANHA / ŞEHBA

Mamoste Zozan Mihemed nivîskara pirtûka bi navê ‘Efrîn Name’ ye ku li ser Berxwedana Serdemê nivîsandiye. Ew dibêje, “Em ê her berxwedana Gelê Efrînê binivîsin.”

Mamoste Zozan Mihemed ji Kantona Efrînê ye û niha li Kantona Şehbayê bi cih bûye. Zozan Mihemed a ku ‘Efrîn Name’ weke roman li ser Berxwedana Serdemê nivîsandiye, derbarê berhema xwe de dibêje, “Berxwedana Serdemê ya ku di dîrokê de olan da, dê her bidome.”

Zozan li ser serpêhatiya xwe ya nivîsandinê jî dipeyive û dibêje, “Li dibstanê, di pola dehan de Mamosteya min qebilîyeta min a nivisandinê dît û xwest alîkariyê bide min ku ez bi pêş bikevim. Piştgiriya mamosteya min pirr hêz û moral da min. Min gelek pirtûk xwendin û lêkolîn kir.”

‘Pênûs dermanê min e’

Zozan diyar dike ku ew beşdarî gelek pêşbaziyên li bajarê Şam û Helebê bûye û baweriya mamosteyên wê pirr pê hatiye û wiha dewam dike: “Min dest bi nivîsandina çîrokên zarokan kir û him wêneyên wan jî xêz dikir, paşê min hestên xwe bi hinek helbestan parve kir. Ji ber ku ez kesayeteke pirr bêdeng im nivîs ji min re derman bû, ku ez hestê xwe parve bikim. Pirtûkaxaneya min hebû li Efrînê û min dema xwe bi xwendinê derbas dikir.”

Efrîn Name ya diduyê ye

Zozan wiha dewam dike, “Romana min a yekê bi navê ‘Qêrîn di qirikên qetî de difetisin’ min nivîsand, li ser êşa ku malbat dibînin û ew roman di mihrîcana li Efrînê de hat xwendin û gelek jê hat hezkirin. Romana min a duyemîn lê yekem a ku hat çapkirin, bi navê ‘Efrîn Name’ ew jî li ser berxwedana Gelê Efrînê ye. Di berxwedana serdemê de, zilm û êrişa dewleta Tirk min rave kir. Her wiha min behsa berxwedana li dijî dagirkeriyê kiriye. Min xwest bi rêya romanekê, nameya gelê Efrînê bigihînim cihanê, yên ku guh û çavên xwe li hember hovîtiya dagirkeriya Tirk girtine, min xwest bi gotin, peyv û tîpên ji qêrîna zarokan guh û çavên cihanê vekim.”

Peyama hêviya rizgarkirina Efrînê

Zozan di dewama axaftina xwe de dibêje, “Lehenga min mamosteyek e, bi rêya wê min berxwedana 58 rojan nivîsand. Hevaleke min di şerê berxwedana serdemê de şehîd bû. Êşên dayîk û zarokan di vê pirtûkê de diyar dibin. Bi alîkarî û piştgiriya hevalên xwe, ez gihîştim vê astê. Ez dixwazim bi rêya vê romanê nameyekê bidim ku Efrîn wê were rizgarkirin.

Dema qehremana min vegera Efrînê, wê romaneke din li ser berxwedana gel li Şehbayê û rizgar kirina Efrînê were nivîsandin. Pênûsên me her tim berxwedana gel dinivîse, ji ber ku gel bi dîroka xwe tên naskirin, divê her yek berxwedana gelê Efrînê binivîse. Em ê her berxwedana Gelê Efrînê binivîsin.”