Li Hamburg û Celle ya Elmanyayê ev 48 saet e êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kurdan di rojeva Elmanyayê de ye. Li Celleyê roja Duşemê piştî êrîşa alîgirên DAIŞ’ê ya li hemberî Êzidiyan bûyer derketibûn û vegeriya bûn pevçûnan. Li bajar alozî îro jî berdewam kir.

       
Bi koman çûn Celle

Rojnameya Cellesche Zeîtung diyar kir ku nêzî 100 Selefîst ji bo êrîşî Êzidiyan bikin çûne bajar. Lê Kurdên ku li Celleyê dijîn agahî dan ANF’ê û diyar kirin ku ji hemû bajarên Elmanyayê nêzî 200 alîgirên DAIŞ’ê hatine Celleyê. Polîsan jî diyar kir ku nêzî 100 kesî tevlî bûyerê bûne û 6 kes birîndar bûne.
Celle wek bajarê Êzidiyan tê zanîn. Li Celleyê tevî ku tê zanîn nêzî 10 hezar Êzidî dijîn, polîsan hatina koman asteng nekir.  Endamê Lijneya Rêveberiya Federasyona Komeleyên Êzidî (FKÊ) Yilmaz Kaba diyar kir ku li bajar rewş normal e û banga hestiyariyê li Êzidiyan kir.

  BERLÎN