1 û 2'yemîn Malên Jinan ên Kardelenê yên xebatên xwe di bin banê Şaredariya Rezan de dikin rapora xwe ya sala 2011'an aşkera kir. Li gorî raporê di nava salekê de 80 jinên li navçeya Rezan rastî şîdeta nava malê hatin serî li Mala Jinan a Kardelenê dan. Di raporê de hate destnişankirin ku di nava sala 2011'an de 357 jinan ji bo mijarên şîdeta nava malê, şêwirmendiya psîkolojîk, serlêdana kar, piştgiriya aborî, alîkariya hiqûqî, winda, revandin, strabûn, tendurîstî û alîkarî serî li mala jinan dan e. Di raporê de hate bilavkirin ku li gel van hemû pêkutiyên nebaş jin di mijara şîdetê de gelek bi hestiyar in û ev yekê jî heviyê dide. Di raporê de hate diyarkirin ku Mala Jinê ya Kardelen ji bo raman bilind bike semîner û panelên di mijarên "Zayenda civakî, mafên mirovan ên jinê, tendurîstiya jinê, ragihandin û şîdeta li dijî jinê" Hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de 692 jinan perwerdehî dîtîn.
Di raporê de xala herî balkêş perwerdehiyên pîşeyî cih digire. Di raporê de hate destnîşankirin ku 834 jinan fêde ji xebatên komeleye girtine. Di raporê de hate destnîşankiin ku jinan ji kursên wekî bîlgîsayar, hûnera destan, reqsa gel, nexş û dirûn, perwerdehiya sereke, kuaforî, Kurdî, xwendin û nivîsandin û resîmê sûd girtine. Di raporê de ji bîlî van xebatan cih dan xebatên çandî û civakî jî. Li gorî raporê têkildarî sînema, şano, mihrîcan û konseran de xebat hatin kirin.

Li gorî plansaziya stratejîk a di raporê de hate diyarkirin ku ji bo jin di îstîhdamê û jina kar de cih bigirin xebatên berdevam dikin wisa ne: "Kursa bîlgîsayarê ya bingehîn, kursa muhasebeyê, kursa hûnera destan, kermes û nexş û dirûn, ragihandin û perwerdehiya dîksiyonê tê dayîn."

AMED