
Li Wanê, qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, bîlbordên ku HDP bi Kurdî amade kirin, bi hinceta "Naveroka wan nayê fêmkirin", destûra daliqandina bîlbordên bi kurdî neda. Li ser bîlbordên ku qeyûmê destûra daliqandina wan neda ev hatibûn nivîsandin: “Dora me ye gotin na ye, tenê NAbe”, “Ji bo pêşerojek azad tenê NAbe”, “Rabe tenê NAbe”, “Jin jiyan azadî tene NAbe.”
Baş tê zanîn ku, berê gelek caran AK Partî û Serokomar Erdogan beriya hilbijartinan bi pankart û afîşan propgandaya bi Kurdî dikirin.
AMED