
Endamên heyetê di hevdîtinê dehest û dilsoziya xwe ya ji bo gelê Rojava dan diyarkirin û weha got: “Di warê madî, manewî û her alî de em li cem gelê xwe yê Rojava ne.” Heyeta ji wargehê hat diyar kir ku ew ê ji bo alîkariya gelê Rojava li wargehê kampanyaya alîkariyê bidin destpêkirin.
Di hevdîtinê de, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji heyeta ku ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatibûn, der barê Rojava de agahiyên dawiyê dan. Heyetê sedema venekirina deriyê sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de û sedema neyekbûna partiyên Kurd yên li Rojava ji Muslim pirs kirin. Muslim bersiva heyeta ji Wargeha Mexmûrê hatibû wisa da; “Em jî nizanin. Em dibêjîn em komîsyonekê ava bikin ew endamên xwe dernaxin. Em dibêjîn em vê tiştê bikin ew nayên. Ew bi xwe jî tiştekê pêşniyar nakin.”
Banga piştgiriyê
Li ser navê Heyeta Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Hecî Kaçan mebesta hevdîtina xwe bi Hevserokê PYD’ê Salih Muslim re wisa anî ziman; “Armanca hevdîtina me li ser pêşketinên Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên ku Kurdan li Rojava bû. Ji bo wê jî em li ser navê gelê Wargeha Şehîd Rustem hem tekoşîna birûmet a Kurdên Rojava silav bikin hem jî her çiqas gelê Mexmûrê penaber be jî ji bo alîkariya madî û manewî piştgiriyê bidin gelê Rojava. Hêviya me ew e ku çawa gelê Rojava sîstema xweseriya demokratik dane rûniştandin li bakurê Kurdistanê jî gelê Kurd xweseriya xwe ava bike û gelê Mexmûrê jî bi awayek serbilind û bêguman biçe warên xwe.” Kaçan di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû aliyên siyasî û rêxistinên civakî yên tevahiya Kurdistanê, Ewropa û Qafqasyayê û bi taybet li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku xwedî li têkoşîn û berxwedana gelê Rojava derbikevin û di her warî de piştigiriyê bidin.
DÎHA/HEWLÊR
Komîteya piştgiriyê kom bû
Ji bo ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê were rakirin, Komîteya Piştgiriya Rojava li Silêmanî bi rengekî awerte kom bûn.
Xebatên alîkariyê yên ji bo piştgiriya bi kurdên Rojavayê Kurdistanê re berdewam dikin. Koma piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ku xebatên xwe li Başûrê Kurdistanê dimeşîne, pêr li bajarê Silêmaniyê civîneke awerte lidarxist. Tevî rêveberên partiyên siyasî û endamên rêxistinên civaka sîvîl gelek kes tevlî civînê bûn. Di civînê de rewşa gelê Rojava û bicîhanîna pêdiviyên rojane yên jiyanê hatin nirxandin.
Dîsa deriyên di navbera Başûr û Rojava de jî bû mijara civînê. Di encama civînê de biryar hate girtin ku bi awayekî lezgîn di nava çend rojan de derman û pêwîstiyên bingehîn bêne komkirin û ji bo Rojavayê Kurdistanê bêne şandin. Bi vî rengî demek berî demekê gav bên avêtin û ambargoya li ser deriyê sînor jî di pratîkê de bê şikandin. Hate gotin ku di nava çend rojan de wê Koma Piştgiriya Rojava civineke çapemeniyê pêk bîne û balê bikişîne ser astengî û xetereyên li Rojavayê Kurdistanê ku gel pê re rû bi rû dimîne.
SILÊMANÎ
Permerge êrîşî gel kirin
Gelê Rojavayê Kurdistanê ku ji bo ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê bê rakirin, meşiyan, rastî êrîşa pêşmergeyan hatin. Di gullebarana pêşmergeyan de kesek birîndar bû.
Li hemberî Rojavayê Kurdistanê tevî welatên din rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî ambargoyê dimeşîne û destûr nade ku deriyê sînor verin vekirin. Li Rojavayê Kurdistanê gel li hemberî ambargo û girtina deriyê sînor ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê meş lidarxist û ev helwest protesto kir. Girseyeke qelabalix ji gundên derdora Dêrika Hemko, li gundê Kelhê Dehamê kom bûn û ber bi sînor ve meşiyan. Gel ji ber Hikûmeta Başûrê Kurdîstanê deriyê sînoran venake û nahêle alîkarî û pêdiviyên bingehîn bigihe Rojava, li dijî vê nerazîbûn nîşan dan. Lê belê girseya ku ber bi sînor ve meşiyan rastî astengiya pêşmergeyan hatin. Hêzên pêşmerge yê girêdayî PDK´ê gulle li gel reşandin û di êrîşê de kesê bi navê Îbrahîm Elî birîndar bû.
Ji ber ku deriyê sînor hatiye girtin, gelê Rojavayê Kurdistanê bi tengasiyên aboriyê re rû bi rû ye. Bi taybet ji ber hatina zivistanê, sotemenî li Rojavayê Kurdistanê peyda nabe. Beriya niha gelek rayedarên Rojavayê Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyanî dan û bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kirin ku ji bo alîkariyên însanî û pêdiviyên bingehîn yên gel werin bicîhanîn deriyê sînor were vekirin. Lê belê tevî bangên hatine kirin heta niha ti gav nehatiye avêtin.
DÊRIKA HEMKO
Gel pêdiviyên xwe bi cîh tîne
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber şerên dijwar ên li Sûriyeyê û girtina deriyên sînor pirsgirêka sotemeniyê her ku diçe zêdetir dibe. Li gundê Qorîn yê Efrînê gel ji ber tinebûna mazotê, ji bo dibistana gund êzing kom kirin.
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê û girtina deriyên sînor pirsgirêkên aborî û pêwîstiyên din ên jiyanî yên weke sotemeniyê zêde dibin. Bi taybet pirsgirêka mazotê her ku diçe zêdetir dibe. Bihayê mazotê ji 25 lîreyê Sûriyeyê gihiştiye 200 lîreyî. Li hemberî vê yekê, li gundê Qorîn ê Efrînê gundiyan ji bo dibistana gund dest bi berhevkirina êzingan kirin. Li dibistanê jî sobeyên daran hatin danîn. Bi vî awayî zarokên gund êdî li dibistanê serma nagirin.
Hêjayê gotinê ye ku li piraniya bajarên Sûriyeyê ji ber şer û pevçûnan gelek dibistan hatin girtin, lê li herêmên Kurdan ku Kurd xwe bi xwe bi rê ve dibin. Li hemberî hemû tengasî û zehmetiyan li dibistanan cara yekemîn perwerdehiya bi zimanê Kurdî tê meşandin. Kurd li gorî derfetên xwe zarokên xwe cara yekemîn dişînin dibistanên bi Kurdî.
ANF/EFRÎN