Endamên Desteya Alikarîya Rojavayê Kurdistanê soza alîkariyê dan heyeta PYD’ê û diyar kirin ku tişta ji destê wan bê, ewê bi awayek herî çalak bikin.
Endamê desteya alîkariyê Elî Mehmûd piştî hevdîtin bi dawî bû diyar kir ku pêwîste Hukumeta herêmê û hemû partiyên siyasî û saziyên civaka sivil yên Herêma Kurdistanê li hemberî rewşa rojava şiyar bin û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên gelê Rojava, bi taybet ji bo deriyê sînor tişta ji destê wan tê pêwîste demek ji ya din zûtir bikin. Mehmûd got kû eger Kurd li hev xwedî dernekevin dibe kû ev firsenda dîrokî carek din bi destê Kurdan nekeve.
DÎHA/HEWLÊR