Bi armanca spaskirina hêzên YPG/YPJ’ê û Asayîşê ku di roja pîrozbahiyê Newrozê de bi erka xwe ya parastina welatiya radibûn, Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya bajarê Amûdê şahiyek ji wan re li dar xist. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Tevgera Çand û Hunerê Kînaz Ehmed axivî û berxwedana hêzên Asayîşê û YPG/YPJ’ê li herêma Kobanê û seranserî Rojavayê Kurdistanê silav kirin.
Paşê Endamê Rêveber yê hêzên YPG’ê Selahedîn Amûdê Tevgera Çand û Hunerê ji bo şahiyê silav kir û diyar kir ku ew piştgiriya YPG’ê li herêma Kobanê dikin û wiha got: “Hêzên çete ti carî nikarin vîna gelê me bişkînin û heta serkeftin û azadiyê bi dest bixin em ê ber xwe bidin.”
Piştre li ser navê YPJ’ê Berfîn axivî û berxwedana YPG/YPJ’ê li herêma Kobanê silav kir û êrîşên çeteyan li dijî welatiyan şermezar kirin û diyar kir ku hemû welatiyên herêma Kobanê li rex YPG’ê berxwedaneke bê hempa dimeşînin û soz da ku ew ê heta serkeftinê berxwedana xwe bidomînin. Di şahiyê de her wiha Rêvberê Hêzên Asayîşê Hemze Tolhildan jî axivî û bal kişan ser rewşa awarte ku hersê herêmên Rojava têre derbas dibin û wiha anî ziman: “Her kesî di got projeya Rêveberiya Xweseriya demokratîk xeyal e û negengaz e bête avakirin. Lê bi saya xwîna şehîdan û berxwedana gel û YPG’ê niha gel rastiya rêveberiya xweser jiyan dike û hemû pilanên dijminan hatin têkşikandin.”
Tolhildan di berdewama axaftina xwe de got ku ji bo ewlekariya welatiyan û parastina aramiya herêmê ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin.
Paşê Koma Şehîd Yekta çend şanoyên derbarê şehîd, zimanê Kurdî û rola hêzên asayîşê de pêşkêş kirin. Koma Şehîd Goran jî hin dîmenên folklorîk pêşkêş kirin.
Şahî bi stranên Koma Agirî û dîlanê bi dawî bû.

AMÛDÊ