Li Rojavayê Kurdistanê piştî destpêkirina pêvajoya şoreşê, xweseriya demokratîk gav bi gav tê avakirin. Yek ji pêngavên herî girîng jî, di ware ewlekariya nava bajaran de, tê avêtin. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku yekîneyên asayîşê yên li bajaran hatine sazkirin, li gorî sîstema xweseriya demokratîk tevbigerin, akamediya perwerdehiyê hate vekirin. Akamediya ku yekemîn car tê vekirin, li bajarê Dêrîka Hemko bi merasîmekê hate vekirin.

Bi piştgiriya gel hatê vekirin

Merasîma vekirinê li gundê Şêrkê hate lidarxistin. Ji bilî rayedarên asayîşê, Saziya Malbatên Şehîdan, rêveberên meclîsa bajêr, şêniyên gund jî tevlî merasîmê bûn. Her wiha li Dêrîkê jî, bi hezaran kes li Meydana Azadiyê kom bûn û ji bo ku tevlî merasîmê bibin çûn gundê Şêrkê. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û bi axaftinan dom kir.
Ji rayedarên Asayîşa Dêrikê Karzan Efrîn axivî û diyar kir ku ev akademî di encama têkoşîna şehîdan de û bi piştgiriya gel hatiye vekirin, Efrîn, destnîşan kir ku ew vê akademiyê diyarî Endamê KCK’ê û Meclîsa PKK’ê Rûstem Cûdî ku par di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, dikin û soza şopandina têkoşîna wan da.
Endamê TEV-DEM’ê Yusif Hacî jî, di merasîmê de axivî û bal kişand ser civîna nepenî ya li dijî PYD’ê hatiye lidarxistin. Yusif Hacî, anî ziman ku ev bi van civînan tê xwestin destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bêne bêne bidestxistin û ev hewldan şermezar kirin. Hacî, got ku ewê wekî TEV-DEM’ê ji bo yekîtiya Kurdan tevbigerin û di vê çarçoveyê de girêdayî Desteya Bilind a Kurd bin.
Di merasîmê de xwîşka Rûstem Cûdî Gulistan Osman û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Keleş jî axivîn û keyfxweşiya xwe ya ji bo vekirina akademiyê anîn ziman.
Piştî axaftinan xwîşka Rûstem Cûdî û dayikên şehîdan akademiya asayîşê vekir. Di dema vekirinê de dayîkan tîlîlî kişandin, her wiha dirûşmeyên wekî, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmrali”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. 

ANF/DÊRIK




Li Kobanê navenda serlêdanê 


Yekîneyên Parastina Gel (YPG), 3’yemîn navenda serlêdanê li Kobanê bi merasîmekê vekir.
YPG ku wekî hêza parastina Rojavayê Kurdistanê birêxistinkirina xwe berfireh dike, ji bo ku alîkariya kesên dixwazin tevlî refên wan bibin, navendên serlêdanê vedike. YPG’ê piştî Efrîn û Dêrikê, li bajarê Kobanê jî “Navenda Serlêdanê ya Şehîd Xebat” bi merasîmekê vekir. Ji bilî rayedarên YPG’ê, malbatên şehîdan û gelek kesên din jî tevlî merasîmê bûn.  Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê YPG’ê axaftin hate kirin. Di axaftinê de, bal hat kişandin ku YPG erka parastina gelê Rojavayê Kurdistanê daye ser mile xwe û wê li hemberî hemû pilanên ku dijî gel, helwesta xwe nîşan bide. Di axaftinê de bang li hemû ciwanan hate kirin ku serî li van navendan bidin û tevlî refên YPG’ê bibin.  Piştî axaftinê navenda serlêdanê ji aliyê endamên malbata Şehîd Sadiq Kobanê û Şehîd şîlan Baqî ve hate vekirin.