Konê sersaxiyê ku li Taxa Xaçortê hate vedan ji aliyê sedan kesan ve hate ziyaretkirin. Li kon posterên endama HPG'ê Aslan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên konfederalizma demokratîk hatin vekirin. Di konê sersaxiyê de dayika endama HPG'ê Aslan Bahar Aslan, diyar kir ku ew êdî naxwazin dilê dayikan bişewitin û di serî de Serê Ocalan û hemû gelê Kurd sax be. Aslan, da zanîn ku êdî ew aştiyê dixwazin û wiha got: "Bila êdî dilê dayikên Kurd jî û yên Tirk jî neşewitin."
Mamê Aslan Îhsan Aslan jî anî ziman ku ew bi zarokên xwe serbilind in û xwest serê gelê Kurd û gerilla sax be. Aslan, da zanîn ku ne şehîta wan tenê şehîda hemû gelê Kurd e. Aslan, bang li Erdgan kir û da zanîn ku êdî dilê Erdogan bûye kevir û tiştekî hîs nake û wiha got: "Roj bi roj şer dijwartir dibe û li dijî gelê Kurd operasyon tên meşandin. Em bang li Erdogan dikin û dixwazin vî şerî rawestînin. "
Ji bo 36 endamên HPG'ê mewlûd hate dayîn
Ji bo endamê HGP'ê Şukru Agirbaş (Serhat Van) ê ku di 11'ê Cotmehê de li ser rêya Dêrsim û Xerpêtê jiyana xwe ji dest da jî li gundê Xeznê konê sersaxiyê hate vedan. Piştî kon hate vedan ziyaretan jî dest pê kir. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Rêveberê BDP'ê û gelek welatiyan konê sersaxiyê ziyaret kir. Parlementer Uçer, xwest gelê Kurd li şehîdê xwe xwedî derkevin û wiha got: "Ez hevî dikim ku gelê Kurd dê di demek nêzîk de bigêje azadiya xe." Li Gundê Panî yê navçeya Erdîşa Wanê jî ji bo endamê HPG'ê Îkram Kara (Serdem Pîr) ê di 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li Geliyê Tiyarê li di nava 36 hevalên xwe de bi çekêm kimyewî jiyana xwe ji dest dan mewlûd hate dayîn. Di mewlûdê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alên PKK'ê û wêneyê endamê HPG'ê Kara hate vadan. Parlementerê BDP'ê Uçer, Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, rêveberên BDP'ê û gelek welatên din amade bûn.
WAN