Parlamentera ji Partiya Çep a Swêdê ya  Ewrûpayê, Malin Bjork diyar kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û got, "Ez piştgiriyê didim Leyla Guven." Wê diyar kir ku daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven heq e û got, ew piştgiriyê dide Leyla Guven.

Bjork bi dîmenekî peyam weşand û got, "Leyla Guven ji bo edalet, demokrasî, azadî û mafên mirovan greva birçîbûnê didomîne. Ev yek di heman demê de ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan tê kirin ku ji bo destpêkirina hevdîtinên aştiyê tiştekî mecbûrî ye."

Bjork bi rexneyên xwe yn hişk ên li dijî peymana penaberan a Yekîtiya Ewrûpa bi Tirkiyeyê re jî tê nasîn.