Namzetên HDP’ê yên Amed û Êlihê di fitarê de bi gel re hatin gel hev. Namzetê HDP’ê Selçuk Mizrakli, di fitarê de axivî û got: “Pêdiviya welat bi aştiyê heye û mîmarê aştiyê jî Ocalan e. Ev sê sal in di bin tecrîteke giran de ye. ” Rêxistina HDP’a navçeya Erxeniyê, di çarçoveyê hilbijartinê de li Salona Dawetê ya Şadî, xwarina fitarê da. Namzetên HDP’ê yên Amedê Musa Farîsoğullari û Selçuk Mizrakli, Hevserokê HDP’a Bajêr Mehmet Şerîf Camcî, Serokê berê yê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî, rêveberiyên HDP, DBP û KCD, Aktîvîstên TJA, nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl û gelek welatî beşdarî fitarê bûn. Farîsogullari piştî fitarê axivî û got: “Gelê Kurd pirr têkoşîn û berdêlên mezin dan. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Hilbijartineke girîng li benda me ye. Benda hilbijartinê anîn ber me. Lê gelê me ji bo vê bendê birûxîne bi biryar e. Erdogan tê Amedê, behsa wê yekê dike ka çiqas mirov kuştine. Siyaseteke wiha li ti devera cîhanê tineye. Em ê bersiva herî xurt di 24’ê Hezîranê de bidin wan.” Xeta HDP´ê li dijî şer Namzetê HDP’ê Selçuk Mizrakli jî got, “Di esas de AKP têk çûye. Li pêşiya me demeke dirêj tine ye. Weke du hefteyan ma. Rêya diçe aştiyê pirr zor û zehmet e. Em dikarin hilbijartinê qezenc bikin. Pêdiviya welat bi aştiyê heye û mîmarê vê aştiyê jî Birêz Abdullah Ocalan e. Ev sê sal in di bin tecrîteke giran de ye. Xeta me tenê dikare welat ji şer xilas bike.”   Sofreyên fitara xelkê hatin danîn Meclîsa Ciwanên HDP’ê li Parka Yunus Emre ya Taxa Yunus Emre ya navçeya Baxlerê jî, sofreya ser rûyê erdê danîn. Aktîvîstên TJA’yê jî li Parka Rojna ya li ser Cadeya Musa Anter a navçeya Peyasê sofreya ser rûyê erdê danîn. Li her du cihan jî welatî bi hev re li ser sofreyê rûniştin û fitirîn. AMED