
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der berê hilbijartinên 7’ê Hezîranê de doh daxuyaniyek nivîskî weşand.Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku ti hilbijartin mîna ya 7’ê Hezîranê girîng nebûye û got, “Gelên me, bindest û hêzên demokrasiyê yên li dijî zîhniyetê otorîter-yekparêz in û di tevahiya dîroka Tirkiyeyê de li benda jiyana azad û demokratîk in, pêwîste di asta seferberiyê de di nava vê têkoşînê de cih bigirin. Ji bo serketina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, firsendeke bêhempa derketiye holê.”
Armanca AKP’ê astengkirina HDP’ ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku Tirkiye di demeke li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşketinên girîng diqewimin de hilbijartinan pêktên. Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Bi serketina hilbijartinê re wê li Tirkiye û Kurdistanê rê li ber pêngaveke nû û xurt a demokratîkbûyînê vebe. Ji ber vê yekê armanca yekane ya AKP û hemû partiyên sîstemê, astengkirina pêngava demokrasî û azadiyê ya gelên me ye. Serketina HDP’ê ya hilbijartinê wê serketina demokrasiyê ya hemû gelên Tirkiyeyê, hemû kedkar, jin, ciwan, nasname û çandan be. Wê li Tirkiyeyê pêşî li demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd vebe. Ev yek wê di heman demê de tevkariyeke girîng li demokratîkbûyîna gelên Rojhilata Navîn bike. Wê zîhniyetê yekparêz û otorîter ê AKP’ê yê 13 salan, qels bike.”
Ji lîsteya AKP’ê zihniyeta wî diyar dibe
KCK’ê da xuyakirin feraseta AKP’ê ji lîsteyên namzetan jî dixuye û wiha pê de çû: “Bi vê lîsteyê re careke din hat dîtin ku AKP xwedî zîhniyet û helwesteke ku hesreta demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê li ber çavan digire û li pirsgirêka Kurd difikire nîne. Li dû aşkerakirina lîsteya namzetan, îstifakirina gelek namzetên parlamenteriyê û xwekuştina namzetekî wan, nîşaneya vê yekê ye. Her wiha tê dîtin ku CHP jî bi profîleke namzetan a dixwaze pêşî li kêmbûna dengan bigire û demokratîkbûyînê esas nagire, dikeve hilbijartinê. Gelek çavdêr û şîroveger, dema vê profîla namzetan a CHP’ê dinirxînin destnîşan dikin, ku CHP bi gumana pêşîgirtina li dengên ji bo HDP’ê biçin, tevgeriya ye. Ev rastî nîşan dide ku bi tenê HDP’ê di amadekirina namzetên xwe de demokratîkbûyîna Tirkiyeyê esas girtiye.”
‘Yekane hêzê demokrasiyê HDP’ê ye’
Di dewama daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev yek hat destnîşankirin: “HDP’ê bi namzetên xwe re, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd esas girtiye. Di lîsteya HDP’ê de kedkar, sosyalîst, jin, ciwan, Elewî, Misilmanên demokratîk, Êzîdî, Ermenî, Suryanî, Ereb, Çerkez, Caferî, Mihelmî hatine temsîlkirin. Bi vî rengî hemû nasname û çandên di dîroka Tirkiyeyê li derve û di binê zextê de hatine hiştin, di siyaseta demokratîk de cihekî aktîf girtine. Ev rastî di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî wesfeke şoreşgerî ye. Ji ber vê yekê, piştî lîsteya namzetên HDP’ê hat aşkerakirin di nava civakê û raya giştî ya demokratîk de coşeke mezin derket holê.
Tevî girîngiya profîlên namzetan, ev hilbijartin wê bi giranî bi şêweyê têkoşîna di navbera zîhniyetên polîtîk de derbas bibe. Gelên me, bindest û hêzên demokrasiyê yên li dijî zîhniyetê otorîter-yekparêz in û di tevahiya dîroka Tirkiyeyê de li benda jiyana azad û demokratîk in, pêwîste di asta seferberiyê de di nava vê têkoşînê de cih bigirin. Di 7’ê Hezîranê de bi serketina HDP’ê ya di hilbijartinê re wê gelên me ji bo xwe gihandina jiyana azad û demokratîk gaveke girîng avêtibin. Li ser vê bingehê em ji her kesên wê beşdarî xebatên hilbijartinê bibin re serketinê dixwazin.”
ANF/BEHDÎNAN