
Wênesaz Îbrahîm Çîftçîoglu ku di 15 salên îktîdara AKP’ê de li welat di qadên huner û wêjeyê de gelek paşveçûn çêbûne û got huner rastî çewisandinan tê. Çîftçîoglu, diyar kir ku heke di referandûmê de “Erê” derkeve dê huner bi temamî biqede û got, dengdayîna referandûmê dê çarenûsa welat diyar bike
Huner di xeterê de ye
Çîftçîoglu, zimanê şidetê yê ku hikûmetê piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê bi kar aniye bi bîr xist û axivî: “Navenda Çandê ya ku li Taksîmê veguheriye sembolekê, di nav rewşeke rûxandinê de ye. Dê di nêz de wê jî birûxînin. Li mufredta Wezareta Perwerdehiya Milî ya li dibistanên seretayî û navîn binihêrin. Ders jî ji holê rakirin. Ya didin pêşberî me, tenê sifir e. Ne bawer im têkildarî hunerê ku têkiliyên mirovan baş dike projeyeke wan hebe. Ji xwe hindik maye projeyên heyî jî ji holê rabikin û bi temamî jê bibin.”
Ji hemû rengan ‘NA’
Çîftçîoglu, diyar kir ku divê ji bo pêşerojê mirov li dor ‘Na’yê kom bibin û axivî: “Hemû çivanek hatine girtin û firotin. Dev ji nanê xwe berdin, dê bi hewa we û ava we bilîzin. Divê her kes vana bîne berçav û li gor wê dengê xwe bi kar bîne.” Çiftçioglu, bi bîr xist ku pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a azadiyan di xwe de dihebîne heye û ji bo rengîniya firçeyan bang li hemû cîhana hunerê kir da bibêjin “Na”.
MÛGLA