Jin rengê xwe didin her qadên jiyanê. Jinên Mamakê jî di beşên hunerê de reng didin koroyê. Zulfu Ozturk berî 4 salan ji aliyê hevserê xwe ve hatibû qetilkirin. Di kesayeta Zulfu Ozturk de ji bo bal kişandina ser qetilkirinên jinan di 18’ê Mijdara sala 2012’an de navê “Parka Jiyana Jinan a Zulfu” li parka ber mala wê kirin. Jinên Mamakê jî ji bo Zulfu koroyek çêkirine, navê koroyê li gel navê parkê heman e. Di nava koroyê de ji her temenî jin cîh digirin. Ji derveyî Mamakê li navçeyên Batikent û Eryaman ê jî çalakiyên koroyê tên çêkirin. Jinên di koroyê de cîh girtine piranî bi Kurdî û Tirkî dilorînin. Bi giştî stiranên tekoşîna jinan vedibêje dihilbijêrin. Di koroyê de cîh tê dayîna ked û tekoşîna jinan. Koro di gelek şahiyên Enqerê de cîh digire.
‘Park sembola azadiya jinan e’
Damla Kaya a ku di Koroya Jiyana Jinan Zulfu de cih digire wiha qala şîddeta ser jinê kir: “Hevala me Zulfu ji aliyê hevjinê xwe ve şîdet didît. Ji ber Zulfu şala sipî û telefona pembe dixebitand ji aliyê hevjinê xwe Musa ve hat qatilkirin. Me têkoşîna Zulfu dom kir û hertim li pey darezandina hevjinê wê bûn. Hevjinê wê cezayê muebetê girt. Li ser navê Zulfu me parq ava kir û ew parq bû sembola jinên Mamakê yên şîdet dibînin, bi têkoşîna azadiyê em ser ketin. Ew parqaka têkoşîna jinê ye.”
‘Em ji bo azadkirina jinan re stran dibêjin’
Damla da zanîn ku ew wek jinên Mala Gel (Halkevî) dixwazin navê Zulfu bidin jiyandin û wiha berdewam kir: “Me ji loma navê koroya xwe xistiye Zulfu û me navê wê da jiyandin. Ji bo azadbûna jinê em stran dibêjin. Bila jin li azadbûna jinê wekheviyê xwedî derkevin. Ev koroya Mamakê li ser azadbûna jinê ava bû. Em li benda hîn zêdetir tevlîbûna jinan in. Belê koro hertim hijmara xwe diguhere, ev tevlîbûna jinan me kêxweş dike. Xebata me ya koroyê li navênda Pirtûkxana Mamakê Ethem Sarisuluk û Şaxa Mala Gel a Mamakê xabatê koroyê didin mêşandin. Em dawiya heftiyê xebata koro didin mêşandin. Di nav me de orkestraya mezin nîne, lê hemî koro berhemê keda destê jinê ye. Jin li taxan tevlî nava jiyanê dibin û di koroyê de stran dibejin.”
OYKU DÎLARA KESKÎN/JINHA/ENQERE