Meşa Dirêj a ciwanên Kurd 11’ê Îlonê li bajarê Elmanyayê Dortmûndê dest pê kir, di roja pêncan de ye. Ciwanên 100 kîlometre li pey xwe hişt, û gihiştin bajarê Leverkûsenê. 

Çalakgerên Meşa Dirêj, doh danê sibehê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dusseldorfê civiyan û bi rê ketin.

Ciwanên Kurd berê xwe da bajarê Leverkûsenê. Meşa doh bi 30 kîlometreyan qonaxa herî dirêj a meşê bû. Doh jî faşîstên Tirk êrîşî meşvanan kir. Ciwanan bi dirûşm û biryardariya xwe pêşî li her şêwe provokasyonê girt.

Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad pêşengiya meşê dikin û wê roja şemiyê tevî 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin. 

Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad wê danê êvarê li Leverkûsenê şehîdên şoreşê Tîjda Ekecîk (Fatma Yagmûr) û Alî Çîçek (Xelîl Alyan) bi bîr bînin. Dema ku nûçeya me dihat amadekirin çalakgerên meşa dirêj gihiştibûn Leverkûsenê û çav li rê bû beşdarî vê çalakiyê bibin..


Peyama hevpar azadiya Ocalan e

Beşdarên meşa dirêj, xwedî peyameke hevpar in, ew jî azadiya Rêberê Gelê KUrd Abdullah Ocalan e.

Maximilian Steiner ê 28 salî ev cara yekem ku beşdarî meşa dirêj dibe. Ew sedema beşdariya xwe ya meşê wiha rave dike: “Ji bi azadiya Rêber Apo û li dinyayê belavkirina îdeolojiya wî. Di meşê de ruhekî mezin ê berxwedêr heye. Beriya niha jî li mîtîngên din û meşên din min cihê xwe girt, lê ev cara yekem e ez beşdarî meşa dirêj dibim. Kelacanê mirov û coşa vê çalakiyê gelek e. Yekem cara ez ê beşdarî festîvala mezin bibim. Ez piştrast im ku ev ê bibe festîvaleke mezin. Û em ê li jiyana xwe ya têkoşînê bi afirandina alternatîfên nû vegerin. Banga min li ciwanên KUrd ew e ku nêzî gelê xwe û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bin. Bila Rêbertiyê bixwînin. Kurd di rewşeke wisa de ne ku dikarin pêşengiya têkoşîna demokrasiyê bikin.” 


Em dikarin sîstemeke azad û adil biafirînin

Baran Yıldız a 20 salî ji kantona Îtalî a Swîsreyê beşdarî çalakiyê dibe. Ew dibêje, “Ez ji Erzromê me, ev 3 sal in ez li ewrûpayê me. ev cara yekê ye ez beşdarî meşa dirêj dibim. sedema min jî, protestokirina tecrîdkirina giran a Rêberê me û xurtkirina banga azadkirina wî ye. Di heman demê de ez li dijî zilma dewleta Tirk a li Kurdistanê û komkujiyên ew dike, ez beşdarî vê meşa dirêj dibim. Beşdariya Festîvala Çanda Kurd a li Kolnê jî dibê di asta herî bilind de be. Nexasim jî ciwan divê li wir bin. Li şûna ku li Ewrûpa bibin parçeyekî sîstema kapîtalîst, em dikarin bi parastina çanda me û bi îdeolojiya Rêbertiyê, em dikarin sîstemeke azad û adil biafirînin.


Bi coş em diçin Kolnê 

Jina ciwan a ji Nisêbînê, Nesrîn Agırman a 20 salî jî dibêje, “Ez ji Belçîkayê tevlî meşê bûm. Ev du sal in ez di meşên dirêj de timî cihê xwe digirim. Ji bo dawî li tecrîdkirina Serok Apo bê û ew azad bibe, ez beşdarî meşê dibim. Ez tevî 10 hevalên xwe beşdarî meşê bûm. 

Me çar rojên meşê li dûv xwe hiştin, û bi coşeke mezin em dimeşin festîvala li Kolnê. Ez hêvî dikim gelê me jî bibe hevparê vê coşê û beşdarî festîvalê bibe.” 

Kurdistanî wê îro jî ji Leverkusenê 22 kilometroyan bimeşin Kolnê. 


 DUSSELDORF