Sazî û meclîsên li Şengalê doh bi daxuyaniyekê helwêsta hikûmeta AKP’ê şermezar kir, da zanîn ku ew dest bi greva birçîbûnê dikin û got; "Em dixwazin Rêberê me li nav me de be." Berdevkên Meclîsa Jinên Şengalê, Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê, Partiya Azad û Demokratîk a Êzîdiyan (PADÊ) û Meclîsa Ciwanên Şengalê daxuyaniya hevpar dan.
Ji Meclîsa Jinên Êzîdî, Neam Eliyas daxuyanî xwend û got, "Em azadiya rêber Apo dixwazin û bila parêzerê wî biçin cem wî, bila bê deng nemînin. Rêber Apo rêberê mirovahiyê ye û rêberê gelê bindest e. Em dewleta Tirk û Erdoxan şermezar dikin. Çawa vê tecrîdê giran dike li ser Rêber Apo ku em bi fikir û felsefa Rêber Apo niha dijîn û li ser piyan in. Em dixwazin agahî ji Serokê xwe bigrin."



Heta azadiya Rêber Apo em ê li ser piyan bin!

Neam Eliyas got, heta ku ew agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiya greva birçîbûnê dewam bikin û wiha peyivî: "Hertim û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê li pey şopa Serok Apo bin. Ev miletê niha li çiyayê Şengalê dijî, bi saya fikir û ramanê Rêber Apo mane. Heya azadiya Rêber Apo em ê li ser piyan bin."
Çalakiya ji bo azadiya Ocalan 
erka insanên Êzîdî ye
Li ser navê Meclisa Avaker a Şengalê jî Xidir Salih peyivî û got, "Li wargeha pîroz, Şengala birîndar ji zaroka bigire heya dayika li ser piyan in ji bo azadiya Rêber Apo, ez dibêjim ev erkek e li ser milê her insanekî Êzîdî. Ji ber ku îro yê li Êzîdiyan xwedî derketî fikir û felsefa Rêber Apo bû û bi saya wê fikir û felsefeyê Êzîdîtayî hat parastin."
Xidir Salih îşaret bi tecrîdkirina şidandî ya Ocalan jî kir û got, "Ev bû salek û çend meh, em tiştekî jê nizanin û nahêlin hevdîtin pêre çêbibin û kes bi rewşa wî nizane. Em dikarin bibêjin, ew Mandelayê Rojhilata Navîn e û Gandi yê cîhanê yê duyemîn e, heger em li vê fikirê û felsefê xwedî derneketin Rojhelata Navîn wê ber bi astengî û nexweşiya ve biçe. Ew fikr û felsefe ji bo hemû gelên bindest e û di serî de jî ji vê kirîza Rojhilata navîn re."
 


Heta rêberê me azad nebe em azad nabin

Li ser navê PADÊ jî serokê wê Qehtan Elî daxuyanî da û got, "Em bang li gelê Kurd û herçar parçeyên Kurdistanê dikin ku çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin û nesekinin heya azadiya Rêber Apo pêk were. Bila herkes vê zanibe, heya Rêberê me azad nabe em azad nabin. Sekin û sitara me bi fikir û felsefa Rêber Apo ye."
Em ê nobeta şev û rojê bigirin
Ji Meclîsa Ciwanan Mahir Mejdel jî got, "Niha dewleta Tirk û hevkarên xwe xeta sor derbas kirine, em ji navenda Şegalê nameyekê ji dijminê mirovahiyê, ji dewleta Tirk û hevkarên wê re dişînin û dibêjin heya ku em rewşa Serokê xwe zelal nekin û tu agahî jê nizanibin, em ê di çalakiyên herî mezîn de bin, em ê nobeta şev û rojê bigirin.”
Daxuyanî bi gotina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Azadiya Serok Azadiya hemû gelê Bindest e" bi dawî bû.



SUHAM DEXÎL / ÎLHAM HECÎ
ROJNEWS / ŞENGAL




Navnîşana çareseriyê Ocalan e

Parlamenterê Gorranê Bêstûn Faîq got, navnîşana çareseriyê li Baurê Kurdistanê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan e.
Faîq da xuyakirin ku ji nû ve destpêkirina diyalog û muzakereyên bi Ocalan re, wê bersiva herî rast a ji bo deklarasyona çareseriyê ya KCK'ê be.
Parlemanterê Gorranê Bêstûn Faîk, deklarasyona çareseriyê ya KCK'ê û êrişa li Dîlokê nirxand û got, divê dewleta Tirk rêya zext, şîdet û şer derhal biterikîne û bersiveke erênî bide deklarasyonê.



Çareserî yekalî nabe

Bêstûn Faîq got, "Gava destpêkê, rakirina tecrîda li ser Ocalan û ji nû ve destpêkirina diyalog û muzakereyê ye." Faîk da zanîn, pirsgirêka Kurd bi gavên yekalî çareser nabe.
Parlamenterê Tevgera Gorranê Bêstûn Faîq diyar kir, hêzên bang li KCK'ê kirin, divê ji niha û pê ve bi berpirsyariyên xwe rabin û  zextê li aliyê din bikin da ku bi berpirsyariya xwe rabe û weha dewam kir: "Eger tê xwestin pirsgirêk were çareserkirin, divê yekser bi Ocalan û bi KCK'ê re diyalog were kirin. Ji bilî vê, ti rêyeke çareseriyê nîne."
Bêstûn Faîq êrişa li Dîlokê jî şermezar kir.  



SILÊMANÎ