Di daxuyaniya çapemeniyê de ji bajarên Elmanya, Swîsre û Fransayê bi sedan Kurdistanî amade bûn. Endamê Meclîsa Êzîdiyên Şengalê ya Diyasporayê Fîkret Îgrek li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê axivî, got, ew ji bo balê bikşînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçûbinê dikin.
Hevserokê KONGRA-GEL Kartal:
Rewşa Serok Apo çi ye?
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, bi bîr xist ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hin darbekaran jî hewl da li Îmraliyê hin tiştan bikin. Kartal destnîşan kir ku lewre jî dixwazin têkîldarî rewşa Ocalan agahiyên teqez bigirin û wiha peyivî: "Em dixwazin bi awayekî eşkere zanibin ka Rewşa Serok Apo çi ye?"
Kartal diyar kir ku gelê Kurd li her derê ji bo Ocalan ketiye nava çalakiyan û got, ew ê her cure destekê bidin çalakvanên greva birçîbûnê.
Xurtkirina doza azadiya Ocalan
Li ser navê Tevgera Jina Kurd jî doza yekîtiya li hemberî bêbextiya navneteweyî hatkirin û hat gotin: "Heta Ocalan azad nebe divê ti kes bi rehetî li malên xwe rûnene û daxwaza azadiya Ocalan xurt bikin.”
Rêveberê KCD-E Yuksel Koç îşaret bi girîngiya Ocalan ji bo gelê herêmê û gelan hemûyan kir û got, li her derê ew ê daxwaza azadiya Ocalan bînin ziman û heta azadiya Ocalan bi dest bixînin ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
STRASBOURG