Bi dehan ciwanên Kantona Efrînê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan bi dawî bibe, meşek lidar xistin. Di meşê de bi dehan ciwanên navçeyê hazir bûn.

Meş ji gundê Zeirê destpê kir. Ciwanên ku di nava kolanên navçeyê de geriyan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re û silavkirina berxwedana Îmralî berz dikirin. Meşvan li qada mezin a navçeyê kombûn. Li vir axaftin hatin kirin,. Endamê Rêveber ê Yekîtiya Ciwanên Rojava Haron Diyar axivî û destnîşan kir ku bi vîna gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê dê tecrîda li ser Rêber Ocalan bê bandor bike û dawiya sîstema Îmraliyê bîne. 


 EFRÎN