Mîhrîcan îsal yekem car tê lidarxistin û dê 2 rojan berdewam bike. Serokê PHD'ê ya Elbakê Senar Yeşîlirmak, Hevşaredarên Elbakê Aynur Tarhan û Îhsan Guler, endamên meclîsa şaredariyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, DOKH û malbata Alîcan Erîkmen ê HPG'î ku di 2'yê Tîrmehê de li sînorê Îranê ji aliyê leşkerên tirk ve hate qetilkirin jî di nav de bi sedan kes beşdarî mîhrîcanê bûn.

Li çiyayên li derûdora qada ku mîhrîcan tê lidarxistin nivîsên wekî "Apo", "HPG", "PKK" hatin nivîsandin û li qadê jî posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ê Erîkmen ê HPG'î, yê rojnameger Denîz Firat a ku li Mexmûrê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û Muhammed Hasanzadeyê (Şahan Gabar) HPG'î , ala PKK'ê û ala kesk û sor û zer a 50 metreyî hatin daliqandin.Li qada mîhrîcanê ji bo kampanyaya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan standa îmzeyan hatev vekirin û îmze hate topkirin. Mîhrîcanê bi rêzgirtinê destpê kir û axaftina vekirinê Serokê PHDê Senar Yeşîlirmak kir. Yeşîlirmak diyar kir ku gelê kur nêzî azadiyê ye û ew bejna xwe li hemberê kesên ku bi qehremanî têkoşiyane û jiyana xwe ji dest dane.  Piştî axaftinan Hozan Remzî derket ser dikê, bi stranên wî gel gövend gerand. 

WAN