Hevserokê KONGRA-GEL Kartal got, ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peywira mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewrûpayê, û ji Kurdistaniyan xwest xebata xwe du caran li berê zêde bikin.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di dema bibîranînên şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ên li bajarên Swêdê Orebro û Goteborgê got, Dewleta Tirk di encama şerê u ev sê sal in bi rê ve dibe, tengav bûye û ew ê neçar bimîne tevî çeteyên xwe ji Rojava û tevahiya Sûriyê vekişe.
Ji bo fermandarên HPG’ê yê li Dersimê şehîd bûyî Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) û ji bo encama Koordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê li Şengalê ji ber êrişa dewleta Tirk şehîd bûyî, li bajarê Orebro û Goteborg ên Swêdê çalakiyên bibîranînê hat lidarxistin.
Tevî çeteyên xwe wê vekişe
Civîna bibîranînê ya li Orebro ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Orebroyê hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di çalakiyê de peyivî û got, dewleta Tirk a ji ber krîza aboriyê ji hal ketiye û tengav bûye, êrişên xwe yên li dijî Kurdan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye.
Kartal da xuyakirin ku dewleta Tirk ji têkoşîna gelê Kurd, bi taybetî ji serketina şoreşa Rojava gelekî ditirse û got, dewleta Tirk wê neçar bimîne ku di demeke nêz de tevî çeteyên DAIŞ‘ê ji Sûriyeyê vekişe.
Kartal destnîşan kir, serketinên li Kurdistanê bi taybetî li Rojava bi saya fedakariya şehîdan pêk hatine û bang li Kurdistaniyan kir da ku bi biryardariya Şengalî û Mahîr li dora têkoşînê bicivin.
Her kes divê bêhtir bixebite
NCDK ya Goteborgê jî ji bo fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr û Endamê Koordînasyona Êzîdî Zekî, Şengalî bernameyeke bibîranînê bi rê ve bir.
Kartal piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê axivî û got, “Dewlet pirr neçar maye. Ev krîza aborî encama şerê 3 salan ê li dijî me ye.”
Kartal got, Tevgera Azadiyê planên dewleta Tirk ên li Idlibê xira kirine û dewleta Tirk pirr tengijî ye. Kartal got dewleta Tirk piştî demeke ne dirêj li gel çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê di serî de ji Efrînê wê ji Sûriyê werin derxistin.
Kartal got, ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peywira mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewrûpayê.
Kartal got, “Li derveyî welêt, heke beriya niha em saetekê dixebitîn, niha divê em bikin du saet. Heke 2 saet bûn niha divê em bikin çar. Her kes neçar e ku keda xwe tevî vê têkoşînê bike.”
OREBRO/GOTEBORG