EREM KANSOY LONDON Li paytexta Igilîstanê Londonê, pêvajoya dengdanê dewam dike. Dengdanê 16´ê Hezîranê ango şemiya bihurê dest pê kiribû. Dengdan wê heta 19´ê Hezîranê saet 21´ê şevê dewam bike. Li Londonê, pêkhateyên Platforma Ked, Aştî û Demokrasiyê hemû wê otobusan rakin ber bi cihên dengdayînê ve. Ji bilî Londonê, wê ji Reading, Newport, Liverpool, Brighton û Kentê jî otobus ji ber avahiyên Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd rabin û hilbijêran bibin Londonê. Li Londonê deng li herêma Kensington li navnîşana Hammers road, London w14 8ux, li hola pêşangehê ya Olympia tên dayîn. Li Londonê şemiya bihurê qederê 9 hezar û 500 dengî hatin dayîn û roja yekşemê hetsa saeta rojnameya me ji çapê re dihat amadekirin jî, qederê 5 hezar dengan hatin bikaranîn. Platformê banga dengdayînê kir Platforma Ked, Aştî û Demokrasiyê jî wiha bang li hilbijêran kir ku illeh dengê xwe bidin: “Ji Tirkiyeyeke azadtir, aştiyanetir, wekhevtir û bipêşketîtir, em biçin ser sindoqan, ji bo ku em ji dîktatoriyê, mêhtingeriyê re bibêjin êdî bes e, em dengê xwe bidin. Ji bo siberoja zarokên me, keda ciwanên me, azadiya jinan û demokrasiya gelan, em dengekî bidin HDP´ê û dengekî bidin Demirtaş.” Li Londonê 30 sindoq hatine danîn û weke rayedarên xwedî erka îmzeyê û muşahidên hilbijartinê jî 100 xebatkarên HDP´ê wezîfe dikin li ser van sindoqan.

Hilbijêrên CHP’ê: Dengê xwe bidin HDP’ê

Li Swîsreyê dengdayîn di roja 4’emîn de didome. Li sê navendên dengdayînê bi hezaran hilbijêr berê xwe didin ser sindoqan. Li Swîsreyê li gorî qeydên Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) 94 hezar û 32 hilbijêr wê ji bo hilbijartinên Serokkomarî û parlamenteriyê yên 24’ê Hezîranê, dengê xwe bidin. Dengdayîna li Swîsreyê li bajarên Bern, Cenevre û Zurîhê didome. Li Swîsreyê dengdayînê 15’ê Hezîranê dest pê kir û di nava 2 rojên pêşî de 17 hezar û 999 hilbijêran li 3 navendan dengê xwe da. Li gorî nûçeya Serkan Demîrela a di ANF´ê de derçûyî hilbijêrên CHP´ê bangê li xelkê û hilbijêran dikin da ku dengê xwe bidin HDP´ê. Gulten Şahîn a ku xwe weke alîgirê CHP´ê bi nav dike, dibêje, “Di van hilbijartinan de ji bo HDP bendê derbas bike di hilbijartina parlamenteriyê de min dengê xwe da HDP’ê û ji bo hilbijartina Serokkomariyê jî min dengê xwe da Muharrem Înce.” Yadîgar Duzgun jî ji wan hilbijêrên CHP’yî ye ku dibêje, “Ji bo rawestandina şer û mirinan min dengê xwe da HDP´ê.” Hatîce Îçboyûn jî dibêje, bi wê hîviyê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê hilweşe wê dengê xwe de daye HDP´ê Demirtaş. NAVENDA NÛÇEYAN