Filma “Ji bo azadiyê” ya derhêner Ersîn Çelîk, ya ku balê dibe ser berxwedana ciwanên Kurd a li hemberî artêşa Tirk a dagirker, li bajarokê Rimêlanê hate nîşandan.
Komuna Filman a Rojava, film çêkiriye. Derhêner Ersîn Çelîk dîmenên filmê li Kobanê girtin. Filma “Ji bo azadiyê” balê dibe ser berxwedana komek ciwanên Kurd ên ku li dijî çekên giran ên artêşa Tirk a dagirker li Sûra Amedê 100 rojan li ber xwe dan. Navaroka wê ji bibîranînê şehîdên berxwedanê û şahîdan e.
Film li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê bi beşdarbûna şêniyên Girkê Legê û Rimêlan hate nîşandan. Hola şeşsed kesî mişt bû.
Diviyabû premiera Kurdistanê ya filmê li Silêmaniyê, li hola Sînamay Salim sersalê çêbûba, lê Asayîşa Silêmaniyê, film qedexe kir. Premiera dinyayê ya filmê Mihrîcana Sîmenayê ya Navneteweyî li Hindistanê çêbûbû.
ANHA/QAMIŞLO