Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin kir ku şoreşa Rojava li gel azadkirina Rojavayê Kurdistanê bingeha Sûriyeke demokratîk û azad daniye. KCK'ê bal kişand ser êrîşên rojên dawî yên li Serêkaniyê rû didin û destnîşan kir ku li pişt van êrîşan yekser Tirkiye heye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 1. salvegera Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tîrmehê ku bi bidestxistina rêveberiya bajarê Kobanî destpê kir, daxuyaniyek weşand û destnişan kir ku ev şoreş hesreta sed salanbû û encama têkoşîna mezin a 40 salan e. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist ku gel û ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bi dehan salane li her çar parçeyên Kurdistanê, ked, xwîn û canê xwe dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şoreşa Rojava nîşan dide ku têgihiştina Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêya rast a xeta sêyemîn ê û paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîperestiya zayendî ya dixwaze civakê bike hêz, li Rojava bi ser ketiye. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Yekîneyên Parastina Gel YPG xwe dispêre civaka demokratîk, li ber xwe dide û êrîşan bêbandor dihêle. Rastiya civaka demokratîk di heman demê de rastiya hêza parastineke xurt e. Û ev yek bi şoreşa Rojava de careke din xwe ispat kiriye. Îro li Rojava, jin, ciwan, kal, pîr, zarok tevahiya beşên civakê xwe birêxistin dikin û civaka demokratîk ava dikin. Hemû civakên etnîkî û baweriyên cûda yên li Rojavayê Kurdisanê xwe bi awayekî azad bi rêxistin dikin û bi awayekî azad cihê xwe di nava jiyana demokratîk de digirin. Di nava rewşa şoreşê de demokrasî û azadî tên jiyîn. Di vê rewşê de mejî, nêrîn û rêbazên jiyanê bi lez diguherin. Li Rojava bi awayekî lez, jiyaneke li ser bingeha civaka demokratîk ava dibe. Rojava bêhna azadiyê hilm dike. Berxwedana li dijî zehmetiyan û hilmkirina bêhna jiyana azad, bi hev re tên jiyîn."

Bingeha demokrasiyê tê danîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin kir ku şoreşa Rojava li gel azadkirina Rojavayê Kurdistanê bingeha Sûriyeke demokratîk û azad avêtiye û anî ziman ku eger îro gelê Sûriyê ne alîgirê deshilatdariya heyî û jî alîgirê mûxalefeta ne demokratîk e, ev ji ber şoreşa Rojava ye. KCK bal kişand ser xeta ku di şoreşa Rojava de tê meşandin û weha got: "Gelê Sûriyê, di şexsê şoreşa Rojava de dît ku rêyeke sêyemîn heye. Gelê Sûriyê niha li ser bingeha rêya sêyemîn de dixwaze Sûriye demokratîk bibe. Lêgerîneke nû ya hêzên navnetewî ya li derveyî deshilatdariya heyî û mûxalefetê, rastiya polîtîkayên li Rojava û Sûriyê tê meşandin, nîşan dide. Eger Kurd di vê polîtîka xwe de biryardar be, ewê teqez bi ser bikevin. Ne bi tenê Sûriye demokratîk bibe, wê ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn bibe modêleke mînakdar. Derfet ji Sûriyê re derketiye holê ku bibe modêla demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn."

Yekîtiyeke demokratîk

KCK, ji bo azadiya gelên li Suriyê girîngiya yekîtiyê destnîşan kir û bang li hemû hêzên demokrasiyê yên Sûriyê û hêzên şoreşê yên li Rojava kir ku bibin yek û Sûriyeya demokratîk û Kurdistana azad ava bikin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Rojavayê Kurdistanê, pêwîst e hemû hêzên siyasî yên biçûk-mezin li ser bingeha azadîperestî û demokrasiyê yekitiya xwe ava bikin û rolên xwe yên ji bo demokratîkkirina Sûriyê çalaktir bileyzin. KCK, bal kişand ser lîstokên li hemberî şoreşa Rojava tê lîstin û weha got: "Li Rojava, şerê ji bo deshilatdariyê, şantaja li dijî şoreşê û avakirina tengezariyê di nava Kurdan de, bi ti awayî bi kêrî berjewendiyên Kurdan nayê. Eger Kurd yekitiya xwe li ser bingeha demokratîkbûyînê xurt bikin, rêveberiyên xwe yên cewherî yên li ser bingeha civaka demokratîk ava bikin û bi hêzên demokratîk û azadîperest ên Sûriyê re yekitiyê ava bikin, wê bi statuya Kurdistana azad re bibin temînata demokratîkbûyîna Sûriyê. Li ser vê bingehê divê hemû hêzên Kurdisanî yên biçûk-mezin, di nava yekitiya demokratîk de cih bigirin û bibin hêza bingehîn a demokratîkkirina Sûriyê. Şoreşa Rojava, tevî ku şoreşa hemû Kurd û civakên bindest ên li Rojavayê Kurdistanê ye, di heman demê de şoreşa hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû Kurdan dikin ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin û ji bo serketina vê şoreşê bixebitin."

Şoreşa gel desthilatdaran ditirsîne

KCK'ê da xuyakirin ku li gel vê rewşa şoreşî, dijminên şoreşê jî ji bo vê rewşê belav bike û têk bibe dest bi êrîşan kirine û got, "Karektera demokratîk a kûr a vê şoreşê, tirs xistiye dilê hemû paşverûyên li Sûriyê, herêmê û nokerên Kurdan. Ev hemû hêzên mijara gotinê, karektera demokratîk a şoreşa Rojava, weke dawiya xwe dibînin. Eger şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ser bikeve, hêzên dewletperez, deshilatdarparêz û antî-demokratîk, wê nikaribin li ser piyan bimînin. Şoreşa Rojava û Tevgerên Demokratîk Şoreşger ên li Cîhan Ereb xwedî wê karekterê ne ku mejî, rûyê siyasî û civakî yên Rojhilata Navîn biguherînin. Ji xwe gava hêz û hebûna şoreşa bi pêşengiya PKK'ê ev 40 sal in tê meşandin li ber çavan were girtin, tê dîtin ku hemû paşverûyên li herêmê ber bi tinebûnê ve diçin. Ji ber vê yekê, Şoreşa Rojavayê, sînorên Kurdistanê derbas kiriye û veguheriye şoreşeke herêmî."
Di daxuyaniyê de KCK´ê bibîrxist ku di destpêka sala duyemîn a şoreşa Rojava de, êrîş zêde bûne, bi taybetî li pişt êrîşên li Serêkaniyê yekser Tirkiye heye û  ev nîşan dide ku şoreşa Rojava çiqasî tirs xistiye dilê dijberên Kurd û paşverûyên herêmê.

Gelê Kurd wê li Rojava xwedî derkeve

KCK'ê da xuyakirin ku li dijî van hemû êrîşan, şoreşa Rojava bi hêza ku ji civakê digire li ber xwe dide û herî dawî ev xal destnîşan kir: "Rojava, Fîlîstîna tevahiya Kurdan e. Gelê Kurdistanê wê xwedî lê derkeve û seketina şoreşê weke deynekê namûs û rûmetê bibîne û her tim li gel şoreşê be. Em yekemîn salvegera şoreşa Rojava di kesayetiya şehîdan de careke din pîroz dikin û destnîşan dikin ku emê li gel vê şoreşê bin û  piştgiriyê bidin hemû biryarên gelê Rojava û rêveberiya cewherî." 

ANF/BEHDÎNAN