Doh danê sibehê bi dehan welatiyên bajarê Dêrîkê yê Kantona Cizîrê ji bo tevlî Çalakiya Piştevaniya Berxwedana Bakûrê Kurdistanê bibin, berê xwe dan sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de li devera gundê Ên Dîwarê. Çalakvanan pankartên li ser nivîsandî "Em êrîşên li dijî gelê Bakûrê Kurdistanê şermezar dikin û piştgiriyê didin berxwedana gel" û "Em bang li cîhanê dikin ku tecrîda li ser Rêber APO rakin” hilgirt. Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk gule li çalakvanan reşandin. 


 ANHA-DÊRIK/EFRÎN




Mehabadê jî Bakur tenê nehişt


Jinên xwe wekî Apoyî bi nav kirin li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Mehabadê hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd protesto kirin.  Jinan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha gotin: “Em êrîşên Erdoganê faşîst û dewleta AKP’ê yên li dijî gelê me yê aştî û demokrasiyê dixwaze, şermezar dikin. Em ji Mehabadê, gelê Kurd ê leheng, berxwedêr ê Amedê silav dikin. Em dibêjin, Amed li ber xwe bide, berxwedan jiyan e”. 


 MEHABAD