
Nivîskar Îmdat Şahîn, krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Desthilatdariya 25 salan a li Başûrê Kurdistanê êdî ji qudûm ketiye. Krîza Başûrê Kurdistanê bi modela Rojava dikare çareser bibe."
Nivîskarê Kerkûkî Îmdat Şahîn anî ziman, desthilatdarî û partî wê karên ne li rê dikin û wiha dewam kir: "Krîza aborî jî heye. Bazirganiyeke mezin a petrolê dikin. Bi Tirkiyeyê re peymana petrolê ya 50 salan mohr kirine. Nirxên me yên neteweyî difiroşin Tirkan."
Şahîn nerazîbûna xelkê Başûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û got, awayekî xilasbûna ji krîzê, rêveberiya navendî ya Iraqî ye û ya din jî "divê em modela Rojava bînin Başûrê Kurdistanê. Naxwe wê siberoja me bifiroşin Tirkan. Eger em nêrîna xwe ya neteweyî xurt nekin, em ê nikaribin demokrasiyê ava bikin."
ANF / KERKÛK