
Yek ji malbatên li kampê dimîne malbata Metû ye ku berî 20 rojan bi 9 malbatan re hat. Di dema sohbetê de jineke ciwan a bi navê Dilvîn ji pirsa "Li vir pêwîstiya we herî zêde bi çi heye?" bersiveke zelal dike: Pêwîstiya me bi Şengalê heye.
Dema em li nava konan digerin, konekî ku jin û mêrekî temendirêj ên bi kincên gelêrî lê rûniştî balê dikşîne. Navê jina 65 salî Kûrtê ye, navê mêrê 90 salî jî Miço.
Dayika Kûrtê bi dengekî nizm dibêje "Ji bilî Şengalê ti cih ji me re nabe. Em dixwazin vegerin wê derê."
Kurê malê Derwêş dest bi axaftinê dike: Eger yek hebûya li malbatê binêre, ez jî li vir nedisekinîm. Min ê li Şengalê şer bikira.
Dema li dora konan digerin, jineke Êzîdî ya bi emir a bi kincên xwe yên gelêrî li pêş me disekine. Navê wê Misrê ye. Li aliyekî behsa tiştên bi serê wan de hat dike, li aliyê din jî hewl dide xêliya xwe veke. Çend tovên li parçeyê poşetekî reş pêçandî nîşan dide.
Dibêje "Kizwan" e. Bêhn dike û dibêje: "Ji bo bêhna Çiyayê Şengalê jê bê, min bi xwe re anî."
Hevser û 2 kurên wê tevlî Yekîneyên berxwedana Şengalê (YBŞ) bûne. Ji bo YPG/YPJ'ê dibêje, "Em êdî li cem we ne, em ewle ne."
ARZÛ DEMÎR /ANHA/DÊRIK